75’emîn rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê jidayikbûye hat pîrozkirin

75'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hewşa mala ku lê jidayikbûye hat pîrozkirin.

75'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, ji aliyê malbata wî û xizmên wî ve li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê li mala ku lê jidayikbûye hat pîrozkirin. Birayî wî Mehmet Ocalan ku di pîrozbahiyê de axivî, astengkirina şandeya ku xwest bê gund û yên pê re û dorpêçkirina gund a ji aliyê cendirmeyan ve şermezar kir. 
 
Ocalan got: "Îro rojbûna Rêbertiyê ye (Abdullah Ocalan). Me her sal li vir rojbûna wî prîoz dikir. Lê heyameke wiha afirandine ku ji bo ev pîrozbahî neyê kirin her derî dorpêç kirine. Ev nayê qebûlkirin. Ev daxwaz, daxwazeke gelekî demokratîk e. Me jî wekî her gelî xwest rojbûna Rêberê xwe pîroz bike." Mehmet Ocalan anî ziman ku ew ê li her derî rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin û got: "Em vê pergalê ku ji bo ev pîrozbahî neyê kirin her derê gritiye, şermezar dikin. Em malbata wî rojbûna Rêberê xwe prîoz dikin. Divê dewlet li vê dîmenê binêre û şerm bike."