Meşa Amarayê bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû

Meşa ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ber bi Amarayê ve li Xelfetiyê bi civîna gel bi dawî bû.

MEŞA AMARAYÊ

Bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li taxa Amarayê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê meşek hat lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” û bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin. Meş li Xelfetiyê bi civîna gel bi dawî bû. 
 
Tevî hemû cureyên astengkirinan jî gelek kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Taxa Elîgor ê navçeya Pirsûsê, piştî daxuyaniyê ji vir ber bi Amarayê ve ketin rê. Girseya ku gihiştî navçeya Xelfetiyê, derbasî avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bû. Ji ber ku Amara ji hêla leşker û polîsan ve hatibû dorpêçkirin, kombûna li avahiya rêxistinê veguherandin civîna bi gel re. Di çalakiyê de nivîsên Abdullah Ocalan ên têkildarî jiyana xwe û têkoşînê nivîsandî hatin xwendin. Piştre jî welatiyên tev li hevdîtinê bûn, nêrînên xwe yên tiştên divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên kirin vegotin. 
Civîn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.