Li Îranê kolbereke jin hate qetilkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşa hêzên dewleta Îranê de kolbereke jin a Kurd Pirşeng Qubad Zahirî (26) jiyana xwe ji dest da.
Li Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşa hêzên dewleta Îranê de kolbereke jin a Kurd Pirşeng Qubad Zahirî (26) jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatin weşandin, kolbera jin a bi navê Pirşeng Qubad Zahirî (26) a xelkê gundê Hane Germele ya ser bi navçeya Newsud a girêdayî Pawe, di encama gulebarana hêzên Îranê de bi giranî birîndar bû.
Hat gotin piştî Pirşeng Qubad rakirin yek ji nexweşxaneyên Kirmaşanê, li wê derê jiyana xwe ji dest da.
Li gor heman nûçeyê Pirşeng zewicî ye, zarokek wê heye. Hat diyarkirin ku piştî kuştina Pirşengê, hêzên Îranê bav û birayekî wê jî binçavkirine.
Li gor amarên malpera Kolbernewsê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de 142 kolber li deverên sînor û rêyên di navbera parêzgehên Azerbaycana Rojava, Sine û Kirmaşanê de ji ber êrîşên rasterast ên hêzên Îranê, serma, teqîna mayînan û ketina ji çiyê de mirine yan jî birîndar bûne. Ji vana 10 jê temenê wan di jêr 18 salî re ne.