Rûniştinên dozên kujerên bi wesayîtên zirxî hatin kirin

Li Amedê polîsên ku bi wesayîtên zirxî Efe Tektekînê 5 salî û Şahîn Onerê 19 salî kuştibûn, rûniştinên dozên wan hate kirin.

Li navçeya Baglarê ya Amedê li ser Kolana Emekê di 11’ê Îlona 2019’an de wesayîta zirxî ya polîsan pê li Efe Tektekînê 5 salî kiribû. Derbarê polîs Î.A. doz hatibû vekirin. Rûniştina pêşîn a dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 9’emîn a Amedê hate kirin.

Di rûniştinê de dadger dît ku hejmara parêzeran gelek e û got “We artêşek aniye vê derê” Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî diyar kir ku ew li ser navê Navenda Mafên Zarokan tevlî dozê bûne û diyar kir ku di 10 salên dawîn de wesayîtên zirxî pê li 36 kesan kirine.

Ji ber şînê malbata Tektekîn tevlî rûniştinê nebû, dadger jî rûniştin taloqî 27’ê Nîsanê kir.

RÛNIŞTINA DOZA POLÎSÊ KU ONER QETIL KIRIBÛ

8’emîn rûniştina doza ku têkildarî kuştina Şahîn Oner ê di 10’ê Sibata 2013’an de li Semta Şehîtlîkê ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê bi wesayîta zirxî ya polîsan hatibû qetilkirin, hate kirin. Polîsê bersûc S.K. ê bi wesayîta zirxî Oner perçiqand û bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” cezayê muebetê jê re tê xwestin, beşdarî rûniştinê nebû.

Şandeya dadgehê di rûniştina derbasbûyî de, ji bo ku polîsê şahid bê guhdarkirin nivîs ji Midûriyeta Polîsan re şandibû, lê polîsan jî bi awayekê ku ew ê nekarin polîs bînin dadgehê bersiv dane şandeyê. Dadgehê dîsa, da zanîn ku biryara li cihê bûyerê keşifkirin jî bi cih nehatiye anîn.

Şandeya dadgehê dûre biryara xwe ya keşfa cihê bûyerê dubare kir û rûniştin taloqî 2’yê Nîsanê kir.