Rûniştina doza rojnamevan Gok pêk hat

Rûniştina doza ku rojnamevan Abdurrahman Gok lê tê darizandin ji bo meha Îlonê hate taloqkirin.

Rojnamevan Abdurrahman Gok di Newroza 2017’an a Amedê de kêliya ku polîs Kemal Kurkut kuşt wêne girtibûn. Ji ber ku Gok van wêneyan girtiye bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin û heta 20 salan cezayê hefsê jê re tê xwestin. Danişîna duyemîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Gok û parêzerên xwe Resûl Tamûr û Mehmet Emîn Aktar li eywana danişînê amade bûn. Gelek rojnamevanan û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû jî danişîna hevpîşeyên xwe şopandin. 

Îdiayên şahidê veşarî bi navê “Sabir” ku li dosyeyê hatiye barkirin ku di îfadeyên xwe de gotiye ku Kemal Kurkut endamê rêxistinê ye û Abdurrahman Gok jî li ser fermana Qendîlê wêne girtiye, ji Gok hatin pirsîn. Gok anî ziman ku ew beyanên şahidê veşarî qebûl nake û rastiya îdiayên wî wek sifrê nîşan da. Gok destnîşan kir ku îdiayên şahidê veşarî ne rast in û wiha got: “Ev îdiayên wî derew in. Ez napejirînim. Şahid dizane ez rojnamevan im û ji fakulteya ragihandinê mezûn bûme. Ev agahî ne veşartî ne. Her kesê ku bixwaze dikare xwe li ser enternetê bigihînê."

Gok anî ziman ku şahidê veşarî Kemal Kurkut jî wek “endamê rêxistinê” nîşan daye û ev yek rewşa “ku Kemal Kurkut rencîde dike” nîşan dide û got: “Li gorî îfadeyên şahidê veşarî daye min li ser fermanê wêneyên Kemal Kurkut girtiye. Qey meriv dibêje min û polîsê Kemal kuştiye li hev kiriye daye nîşandan. Tiştên ku şahidê veşarî dibêje ne rast in.”

Parêzerê Gok, Mehmet Emîn Aktar jî ew di gelek dozan de bi van bobelatên şahidên veşarî re rûbirû dimînin û heman rewş di dosyeya miwekîlê me de jî heye. Aktar anî ziman ku divê îfadeyên şahidê veşarî esas neyên girtin û miwekîlê wî ji ber pîşeya xwe wêneyê kuştina Kemal Kurkut girtiye û ji vê sedemê tê darizandin û got: “Ev doz doza dijminatiyê ye.”

Şandeya dadgehê daxwaza dozgeriyê ku ji bo mutala ango biryara xwe amade bike dosye jê re were şandin qebûl kir û ji bo amadekirina mutalayê danişîn taloqî 30’yê Îlonê hat kirin.