Rûniştina doza Leyla Guven hate kirin

Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi hinceta gotina ‘Rêzdar Ocalan’ doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê hate kirin, dozger xwest cezayê girtîgehê lê were birîn.

Ligel ku Saziya Darizandinê di sala 2012’an de biryar dabû ku gotina ‘Rêzdar Ocalan’ a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya ‘azadiya îfadekirinê ye’ ji ber gotina ‘Rêzdar Ocalan’ doz li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû vekirin. Rûniştina pêşîn a dozê li Dadgeha Cezayê ya Asliye 2’emîn a Colemêrgê hate kirin.

Bi heman mebestê Dadgeha Cezayê ya Asliye ya Şirnexê jî doz li Guven vekiribû. Parlementeriya Guven di 4’ê Hezîrana 2020’an de hatibû desteserkirin. 

Guven ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştina dozê bû. Guven got “Di daxuyaniya min de tiştekî bibe sûc tune.” 

Parêzer Serdar Çelebî jî diyar kir ku di biryarên darizandinê, Dadgeha Makeqanûnê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî ev îfade ne sûc e

Dozger xwest ji 3 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê li Guven were birîn û doz taloqî 22’ê Îlonê kir.