Rûniştina doza dijî Kişanak û Tûncel pêk hat
Rûniştina doza li dijî siyasetmedarên Kurd Sebahat Tûncel û Gultan Kişanak hate destpêkirin, pêk hat.
Rûniştina doza li dijî siyasetmedarên Kurd Sebahat Tûncel û Gultan Kişanak hate destpêkirin, pêk hat.
Piştî ku hukmê der barê Hevseroka berê ya DBP'ê Sebahat Tûncel û Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak li Dîlokê ji aliyê Daîreya 18'an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ve hate xerakirin, darizandinê ji nû ve dest pê kir. Rûniştina 7'an a darizandinê pêk hat.
Rûniştina dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û malbatên girtiyan tevlî rûniştinê hatin kirin, HDP'î û gelek kesên xwestin dozê bişopînin bi hinceta şewbê tevlî rûniştinê nehatin kirin.
Kişanak û Tûncel bi rêya Sîstema Ragihandinê ya bi Deng û Dîmen ji Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê tevlî bûn. Kişanak û Tûncel diyar kirin ku di dosyayê de ewraqên kêm hene û ji ber ku şert û mercên karibin parastina xwe lê bikin nîne, ew ê parastinê nekin.
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî ragihand ku girtina muwekîlên wan li dijî hiqûqê ye.
Heyeta dadgehê biryar da ku Kişanak û Tûncel girtî bimînin û rûniştina dozê ji bo 18'ê Mijdarê taloq kir.