Rûken Sêrt: Ji bo civakeke çê, divê faşîzm bê têkbirin

Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Rûken Sêrt ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bang li demokratên li Tirkiyeyê û kedkarên tenduristiyê kir.

Sêrt bal kişand hilbijartinên 24'ê Hezîranê û got, "Pewîste em çend salên dawî ji bîr nekin. Divê em nebêjin ku Rewşa Awarte heye, wê 24'ê Hezîranê dengan bidizin û bi vî rengî xwe vegirin. Ji xwe em ti carî tiştekî ji sîstemê hêvî nakin. Em ê bi têkoşîn, hêz û îradeya xwe bi ser bikevin."

Sêrt ji bo bloka demokratîk bang li hemû gelên li Tirkiyeyê kir û li ser sekna ku divê li dijî faşîzmê bê nîşandan got, "Mirov dikare bêjê ku hêza dewleta Tirk qels bûye. Ne tenê Kurd, pewîste civaka Tirkiyeyê û hemû gelên Tirk ên li Tirkiyeyê, di vê demê de xwedî li welat, ax û çanda xwe derkevin. Divê mirovên demokrat baş zanibe, eger bersiveke baş di 24'ê Hezîranê de ji rejîma AKP-MHP'ê re neyê dayin, wê civaka Tirkiyeyê ber bi tinebûnê ve biçe. Girîng e hemû civakên bindest û kêm netewe bi vîn û yekîtiya xwe bloka demokratîk ava bikin. Eger em dixwazin civakeke çê û xwedî tenduristiyeke baş biafirînin, divê em faşîzma heyî ji holê rakin."

Rûken Sêrt bal kişand ser zextên ku li kedkarên tenduristiyê tên kirin û got, "Gelek kedkarên tenduristiyê jî girtin. Ya rast, tenduristî serbixwe ye. Ji ber ku tenduristî ya hemû civakê ye. Lewma diviyabû êrîşên li ser kedkarên tenduristiyê nehatibûna kirin. Hemû hatin girtin, bêdengkirin û vîna wan hate şikandin. Lewma divê bibin deng û bersivê bidin. Hebûna xwe diyar bikin. Destpêkê mafê xwe biparêzin. Pêwîste civakeke xwedî tenduristiyeke baş ava bikin." Sêrt ji bo avakirina civakeke bi vî rengî jî bang kir ku kedkarên tenduristiyê cihê xwe di nava eniya demokratîk de bigirin.

Ruken Sêrt diyar kir ku her dengê ji AKP-MHP’ê re were dayin wê bi xwe re faşîzmê û qirkirinê li Tirkiyeyê dijwar bike û wiha dewam kir; "Pewîste her kes kes dengê xwe bide HDP. divê wek endamên tendurîstiyê xwedî li hemû beşên civakê derbikevin. Divê dengekî bi tenê jî ji faşîzma AKP-MHP'ê re neyê dayin."

Endama komîteya tenduristiyê ya KCK'ê Rûken Sêrt banga xwe bi van gotinan bi dawî kir; "Kurd û hemû pêkhateyên li Tirkiyeyê azadî û demokrasiyê dixwazin bi vîn û têkoşîna xwe dikarin bi ser bikevin. Pewîste xwedî li sindoqan derkevin. Li ku dibin bila bibin yek dengê xwe nedin faşîzmê. Pewîste ew diziya ku li Kurdistanê tê kirin, ew neheqiya ku tê kirin; bi taybet jî ava Kurdistanê, axa Kurdistanê, dewlemendbûyina Kurdistanê tê firotin, pêwîste em jê re bêjin 'êdî bes e'. Yên bi ser bikevin wê hêzên demokrasiyê bin."