Rû û rêyên nû yên berxwedanê

Va ye rûyê nû yê berxwedanê: Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal û tunelên şer.

Ev yek bandora jinûve avabûna gerîla ya li berxwedanê ye. Ev yek nîşaneya biryardariya şoreşê, nîşaneya ruhê êrişê li ser serketinê ye.

Gerîla bi nûbûnê bi ser ket, bi ser dikeve. Hostayên şer dibêjin; 'Heta ku dijminê we têkçûn qebûl nekir, hûn bi ser neketine'. Û li naverastê lîderê welatekî heye yê ku çavê xwe ji xwînê kor bûye û dibêje 'mixabin em bi ser neket'. Ev gotin, gotina aqlê heyî yê Hîtler, gotina Erdogan e ku piştî 3 rojên şerê Şoreş Beytuşşebap û pênc hevrêyên wî li dijî çeteyên Tirk ên dagirker, hate bilêvkirin. Dagirkerên ku derketin ser vê dikê ne karîbûn vegerin, ne jî li cihê bi pêş ve diçûn sax bifilitin. Gelo ev yek fermana mirinê ye? Yan jî hewldanek ji bo belavkirina şer e? Ev yek xwefedakirina ji bo azadiya welatê xwe bû.

Bila medya Tirk bêje, 'gerîla nikare tevbigere, nikare ji cihê xwe derkeve, ji xwe êdî hemû teslîm dibin'. Hîn dema ku ev bilêv dikirin, kolanên Amedê hemû di şevekê de şewq da. Şîrovekarên CNN Turk ên ku xwe ji xwînê xwedî dikin, ji şer kêfxweş in û bi polîtîkayên mêtingeriyê yên dewletê pesnê xwe didin, li pey wê yekê bûn ku artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çûye, serkretî nîşan bide. Wan pesnê teknîka xwe ya leşkerî didan, lê di wê kêliyê de ambûlansan berê xwe dan Balafirgeha Leşkerî ya Amedê. Dema ku Hûlûsî Akar mêtingerî li welatekî din dikir, li Mamreşo fermandarên gerîla Serhed, Sarya û hevrêyên wan destan dinivîsandin. Gerîla mîna bazekî xwe berdida nava Girê Pîramît, li dagirkeran dixist, dest datanî ser çekên dagirkeran û vedikişiya.

Û li Metîna li qada Derarê, gerîla bi lehengiyeke mezin xwe berdidan nava kozikên dagirkeran, çek ji ser wan radikirin û vedikiyan. Bila qenalên dewleta Tirk a dagirker bi gotina 'balafirên heneko' ji xwe re nûçeyan çêbikin...

Dîrok wê careke din biryardariya îradeya bêhempa ya şervanan a di şoreşê de binivîsîne.