Rozerîn Çûkûr hate bibîranîn

Rozerîn Çûkûr a 16 salî li ser gora wê hate bibîranîn, ku ew di 8’ê Çileya 2016’an de di dema berxwedana xwerêveberiyê de li navçeya Sûrê ya Amedê bi guleya nişangirê dewleta Tirk a dagirker hatibû qetilkirin.

Rozerîn Çûkûr a 16 salî û xwendekara lîseyê, di 8'ê Çileya 2016'an de bi guleyeke nîşangirê dewleta Tirk hate qetilkirin.

Rozerîn Çûkûr di 8'emîn salvegera qetilkirina xwe de jî nehate jibîrkirin. Dayik û bavê wê Fexriye û Mistefa Çûkûr çûn li ser gora keça xwe ya li Goristana Gundê Herîdanê a navçeya Pîranê.

Malbata Rozerîn Çûkûrê kulîlk danîn li ser gora wê û dia xwendin. Dayika wê kêliya gora keça xwe hembêz kir û demekE dirêj hêsir barandin.

Dayika Rozerînê Fexriye Çûkûr a ku 8 salan beriya niha keça xwe  Rozerîn şandibû dibistanê lê xebera qetilkirina wê jê re hatibû û ev yek anîn ziman:

"Mezintirîn xeyala keça min ew bû ku bibe bijîşk û alîkariya gelê xwe bike, lê ew qetil kirin. Ev 8 sal in li malê dengê wê kêm e. Keça min ne 'terorîst' bû. Di destên wê de lênûsk û pênûs hebûn. Tu şehîda Kurdistanê yî. Rozerîna min tu çûyî lê hezar Rozerînên min çêbûn. Ez li gel te serbilind im. Ez ê hem li vê dinyayê û hem jî li dinyaya din li pey doza te bim. Heya ku dayika te sax be, wê tim were ser gora te. Wesyeta min e, gava ku ez dimirim, bila min li rex gora te veşêrin."