Rojnamevanên li Mêrdînê hatibûn destgîrkirin hatin berdan
5 rojnamevanên piştî di xwepêşandana qeyûman a li Mêrdînê de hatibûn destgîrkirin, piştî 7 rojan hate berdan.
5 rojnamevanên piştî di xwepêşandana qeyûman a li Mêrdînê de hatibûn destgîrkirin, piştî 7 rojan hate berdan.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak ku di 20'ê Tebaxê de dema li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin destgîrkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê hatin berdan.
Hat hînbûn ku li emniyetê polîsan ji rojnamevanan re gotiye: "Roja çalakiyê çima hûn li wir bûn?"