Nûçegihan û nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz di 9’ê Tebaxa 1992’an de li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, di encama êrîşa bi çek de hat qetilkirin û di 30’emîn salvegera qetilkirina wî de, li ser gora xwe ya li Goristana Serê Kaniyê hat bîranîn. Hevjîna Denîz Adîle Denîz, birayê wî Newoz Denîz, Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna, Mafê Rojnamevan Boltan, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê (MYD), Rêxistinê HDP’ê yên Riha û Serê Kaniyê û gelek kes tevlî bîranînê.
Di bîranînê de Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Aliye Kizildamar mafê axaftinê girt û wiha got: “Kevneşopiya çapemeniya azad dewam dike. Di sala 1990’an de zext û şîdet, bi awayek fîzîkî dihat kirin lê niha bi girtinan dewam dike. Huseyîn Denîz bû pêşeng û her tim bi awayek pêşeng rê nîşa da. Çapemeniya azad wê her tim dengê gel be.”
‘TI HÊZ NIKARE, DERKETINA RASTIYÊ YA HOLÊ ASTENG BIKE’
Piştre Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu mafê axaftinê girt û şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî. Surucu destnîşan kir ku di salên 1990’î de, gelek rojnamevan hatin qetilkirin û got. “Xwestin ku dengê rastiyê qut bikin, ji bo heqîqet dernekeve holê wisan dikirin. Xwestin tiştên ku li Kurdistanê diqewimin, veşêrin. Huseyîn Denîz mamoste, rojnamevan û nivîskarek bû. Ji bo perwerdeya zimanê dayîkê, gelek xebat kirin. Ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemînin wisa kir. Ji ber vê yekê hêzên tarî, ew kir hedef. Ti hêz nikare derketina rastiyê ya holê asteng bike.”
73 ROJNAMEVAN QETIL KIRIN
Birayê Huseyîn Newroz Denîz jî bi bîr xist ku 73 rojnamevan hatin qetilkirin û da zanîn ku 17 hezar kujer hene. Her wiha destnîşan kir ku mirina ji bo armancek mezin, her tim jiyan kirine.
‘EM PÊNÛSA WAN LI ERDÊ NAHÊLIN’
Berdevka MKGP’ê Roza Metîna jî wiha axivî: “Em li ber têkoşîna hevalê Huseyîn bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Huseyîn Denîz ji bo ku serî netewandin hatin qetilkirin. Em weke rojnamevanên Kurd di rêya wan de dimeşin. Çi bibe bila bibe em ê layiqî wan bibin. Em li dijî pergala yekperest her tim li ber xwe bidin. 16 hevalên me hatin girtin em hewl bidin layiqî wan bibin.
Rojnamevaniyê ji bo polîtîkayên qirêj ên pergalê derxistin holê hedef hate girtin û hêj jî tê girtin. Em ê di rêya heqîqetê de meşa xwe bidomînin. Em ê pênûsê wan li erdê nehêlin.”
‘EM NIHA ARTÊŞEK A MEDYAYÊ NE’
Bayram Balci ku dema Huseyîn Denîz hate qetilkirin Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Herêmê bû û niha jî li Ewropayê sirgûnê dijî bi online tev li bernameyê bû û wiha got: “Dema em di sala 1991’an de li buroya Rihayê dixebitîn, me hev nas kir. Mamoste Huseyîn hevalekî me yê ne tenê bi mamostetiya xwe bi lêkolînên têkildarî dîroka kurdan jî dihate zanîn. Hevalên me dest bi qetilkirinê hatin kirin. Me ji bo Bûrhan Karadenîz dest bi nobetê kir û wê rojê em hîn bûn ku Huseyîn hate kuştin.
Em wê demê çend kes bûn lê niha em artêşeke mezinin, artêşeke medyayê ne. Ev bi saya hevalên bedel dan çêbû. Kesên hatin kuştin hevalên min ên rojnamevan bûn. Hêj jî em pênûsê hevalên xwe dinivîsin. Em ê xeyalên wan pêk bînin. Em hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû. Piştî bîranînê hevjîna Huseyîn Denîz Adîle Denîz pirtûka Denîz a bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” û kulîçeyên ku Huseyîn Denîz jê hez dikirin belavî beşdarvanên bîranînê kirin.