Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê bi merasîmekê hate bîranîn

Rojnamevan Denîz Firat di salvegera 8'emîn a şehadeta xwe de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate bîranîn.

Rojnamevan Denîz Firat ku sala 2014'an di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de ya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê şehîd bû, di salvegera 8'emîn a şehadeta xwe de li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê hate bîranîn.

Di merasîmê de malbata Denîz Firat, hevalên wê yên rojnamevan û dehan şeniyên wargehê amede bûn.

Beriya ku merasîm dest pê bike di şexsê Şehîd Denîz Firat de ji bo bîranîna tevahî şehîdên çapemeniya azad û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. 

Piştî rêzgirtinê li ser navê hevalên wê yên rojnamevan, rojnemevan Berîvan Tûnç axivî.

Tûnç got: “Şehîd Denîz di temenê xwe ya biçûk de tevlî kar bû û heta gihişt asta şehadetê ji bo azadiya gelê Kurd her tim xebitî. Dema ku li wargeha Mexmûrê kar dikir, ji bo hemû ciwan û zarokên Mexmûrê bû çavkaniyek sûdwergirtinê. Şehîd Denîz di gavên jiyana xwe de ji bo ku êşên gelê Kurd bi raya giştî re parve bike her tim têkoşiya. Êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser wargeha Mexmûrê bi raya giştî re parve kir û di vê oxirê de şehîd bû. Em di şexsê Şehîd Denîz, Şehîd Nûjîyan û hemû şehîdên çapemeniya azad de êrîşên li ser rojnamevanan şermezar dikin. Em ê heya dawiyê li pey doza Şehîd Denîz bimeşin."

Pişte dayika Şehîd Denîz, Sultan Yildiztan jî axivî û got: "Di şexsê Şehîd Denîz de şehîdên çapemeniya hemûyan azad bibîrtînim. Weke malbat em ê her tim li pey doza Rêber Apo û şehîdan bimeşin."

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo û Şehîd Namirin" bi dawî bû.