Rojnamevan Ciwana Cûma anî ziman ku gelê ku li bendava Tişrînê li ber xwe dide, piştî rakirina birîndaran dîlana xwe didomîne û wiha axivî: "Dîlana ku tê girtin, ji dewleta Tirk re mesajek bû; ligel êrîşan wê berxwedana me bidome."
Bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê ji hedefa sereke ya êrişên dewleta Tirk ên dema dawî ye. Ji 8'ê Kanunê vir ve gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tevlî berxwedana QSD'ê dibe û ref bi ref li Tişrînê nobetê digirin. Di encama bombebarana dewleta Tirk de heta niha zêdeyî 20 sivîl şehîd bûn û ji 200'î zêdetir welatî jî birîndar bûn. Rojnamevan Ciwana Cûma ya ku berxwedana gel a bendava Tişrînê û şer dişopînê, ji ANF'ê re axivî.
HER KES DI NAV VÊ BERXWEDANÊ DE YE
Ciwana Cûma anî ziman ku dayîk û bavekî zaroka xwe li malê hişt û tevlî berxwedanê bûn. Di wê di berxwedanê de jî digihîjin şehadetê. Ev yek li vir tê dîtin. Ciwana Cûma ev yek parve kir: "Kale ku bi gopal dimeşe û 75 salî ye, bi halê xwe yê nexweş ji bo enerjî û ava xwe biparêze tê û nobetê digire. Dayîkek 80 salî ligel ku ji ber êrîşan koç kiriye, bi halê xwe yê nexweş ber bi bendavê ve dimeşe. Îro li vê xakê ji 7 heta 70 salî her kes, di nav berxwedanê de ne û çi ji destê wan tê dikin."
GELÊ KU BERÊ XWE LI SERKETINÊ YE
Ciwana Cûma gotina dayîkekê bi bîr xist ku gotibû, "Em ji mirinê mezintirin' û wiha dewam kir: "Ev gotin îro li bendavê helwesta gel raber dike. Komkujiya ku dagirker pêk anîn, azweriya gel hîn zêdetir kir. Konvoyên ku diçûn bendavê nesekînin, hîn jî diçin. Her yek, hîn ku negihîştiyê vir, di rê de tê hedef girtin. Lê nikare li pêşiya vê berxwedanê bibe asteng. Konvoyên ku di rê de tên hedefkirin, bi meş xwe digihînin bendavê. Ez cewhera gelê ku teslîmiyetê red dike û berê xwe dide serketinê dibînim. Gel piştî êrîşan birîndarên xwe radike û dîlana xwe didomîne. Govenda ku tê gerandin ji dewleta Tirk re mesajek bû; ligel êrîşan wê berxwedana me bidome."
ŞEHADETA MENÎCE Û BAVÊ TEYAR
Di 17'ê Çilê de ji Qamişloyê Bavê Teyar û Menîce Heyder xwe gihandin bendavê ku vê yekê ruhê berxwedanê zindî kir. Ciwana Cûma ji bo herdu şehîdan ev yek anîn ziman: "Dayîka Menîce, bi moral û coşekê mezin hat vê derê. Temenê wê pêş de çûbû, lê ruhê wê ciwan bû. Kenê li rûyê wê û kelecanê ku li hundirê wê ji derdorê jî belav bû. Bavê Teyar ji bo berxwedanê mezintir bike, skeçek amade kiribû. Wê 18'ê Çileyê pêşkeşî gel kiriba. Lê wê rojê, ji ber êrîşa dagirkeran skeca xwe nikarîbû pêşkeş bikira. Gel piştî êrîşan birîndarên xwe rakir şûnde dubare hat gel hev. Dest bi dîlanê kirin û berxwedana xwe domandin. Lê carekê din bûn hedefa dagirkeran. Ew roj, berxwedana Tişrînê, tilîliyê dayîkan, dîlana gelan û dirûşmeya wan hîn mezintir bûn. Dirûşmeyên, 'wê bendav tu carî ji dewleta Tirk re nebe yar' berz bûn."
BI RUHÊ CÎHAN Û NAZIM ŞOPANDIN
Ciwana Cûma bal kişand ser rojnamevanên ku berxwedana Tişrînê dişopînin û tê hedef kirin û wiha axivî: "Dagirkeran, dixwazin rastî dernekeve holê. Dema her komkujiya dagirkeran tên belge kirin, pênûs û kemeraya Cîhan û Nazim di qadê de tê jiyandin. Cîhan û Nazim li hemberî êrîşan sekînin û her tişt belge kirin. Me bi ruhê wan ev berxwedan û êrîş ragihandin. Dibe ku hedef girtina hevalên me yên rojnamevan cihê xemginiyê be, lê dema her hevalê me tê hedef girtin, biryardariya me ya xwedî derketina ked, mîrate û berxwedana wan xwedî derketinê mezintir dibe. Ev êrîş, hêrsa me ya li hemberî dagirkeran zêdetir dike."
TENÊ DAXUYANÎ TÊR NAKIN
Ciwana Cûma saziyên ku mafê rojnamevana diparêzin û tenê daxiyaniyê bisînor dimînin rexne kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: hin hevalên me yên rojnamevan birîndar bûn, hinek jî şehîd bûn. Li hemberî van êrîşan tenê daxiyanî dayîn têrê nake. Gotina hin saziyan, em mafê rojnamevanan diparêzin jî têrker nîne. Armanca esasî ya rojnamevanan rastî anîna ziman e. Ev erk û berpirsyariya me bi êrîşan tê xwestin ku were astengkirin. Ji lewra tenê daxiyaniyek dayîn têrê nake, dive hesap ji êrîşakariya dagirkeran were pirsîn."