Rojnamevan Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da

Rojnamevan Celal Başlangiç li Elmanyayê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Celal Başlangiç li bajarê Koln ê Elmanyayê li nexweşxaneya ku tedawiya penceşêrê lê didît, jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Celal Başlangiç di sala 1956’an de li Stenbolê ji dayik bû. Di sala 1978’an de ji Dibistana Bilind a Têkîliyên bi Gel re û Rojnamevantiyê ya Zanîngeha Egeyê, mezûn bû. Di sala 1975’an de dest bi rojnameya Ege Ekspres kir. Piştre bi rêzê ve di rojnameyên Demokrat Îzmîr (1977) û Polîtîka (1979) de xebitî. Di navbera salên 1981-1984’an de Nûneriya Herêma Edene ya rojnameya Cûmhûriyet, Şeftiya Servîsê ya Polîtîkya Hundir û Midûriyeta Karên Nivîsê kir. Bû damezrînerê rojnameya Evrensel û bû midûrê weşana giştî. Di nava damezrînerên rojnameya Radîkal de cih girt. Rojnamevan Celal Başlangiç di saziyên weşanê yên mîna T24, Gazete Dûvar, bîanet û Haberdar de nivîs nivîsandiye. Her wiha bû derhênerê weşana damezrîner a Arti TV û Arti Gerçek’ê.

Rojnamevan Celal Başlangiç xwediyê gelek xelatên rojnamevaniyê ye. Pirtûkên wî yên bi navê Kanli Bîlmece, Hayatin Rengî Gokkûşagi, Hayata Soylenmîş Şarkilar, Korkû Tapinagi, Trîlye’den Yusufelî’ne Adatepe’den Derik’e Hayat Agaciyla Yaşayanlar hene.

Rojnamevan Celal Başlangiç bi nûçeyên xwe yên têkildarî komkujiyên di salên 1990’î de li Kurdistanê qewimîne, hatibû naskirin. Di dîroka çapameniya Tirkiyeyê de bû xwedî cihekî girîng.

Rojnamevan Celal Başlangiç di navbera salên 2015-2016’an de di dema qedexeya derketina derve de, bi armanca piştgiriyê bide xebatên Çapemeniya Azad demekê li Kurdistanê rojnamevanî kiribû.