Rojnamevan Amed: Gerîla leşkerên Tirk li Zapê tevizandiye

Rojnamevan Dogan Amed bal kişand ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê ku bi taktîk û rêbazên nû dimeşîne û got, "Leşkerên Tirk ji ber gurzên gerîla li Zapê tevizî ye."

Artêşa Tirk a qirker-mêtinger ji 17’ê Nîsanê û vir ve di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zap û Avaşînê li ser qadên gerîla dest bi êrişeke topyekûn a tinekirinê kiriye. 

Ev 26 roj in gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevî her cûre teknîk û çekên qedexe li Zapê û Avaşîn li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê PDK’ê li ber xwe dide. 

Rojnamevan Dogan Amed ê ji nêzîk ve bûyer û şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dişopîne bersiva da pirsên me.

Dogan bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên çekên qedexe, hevkariya PDK’ê û xitimîna leşkerên Tirk a li Zapê. Amed got: “Leşkerên Tirk li Zapê felç bûye, êdî nikare kuştî û birîndarên xwe jî ji qadê rake.”

ŞER BI XURTÎ LI HER DEVERA ZAPÊ DIDOME

Rewşa dawî ya qadên gerîla li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide çawa ne? Herî zêde şer li kîjan qadan dijwar e?

Êrişa  dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 14’ê Nîsanê bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap û Avaşînê dabû destpêkirin bi dijwarî dewam dike. Artêşa TC a heta niha gelek kuştî û birîndarên wan çêbûne, ji bo van windayên xwe bide veşartin, hem ji erdê ve hem jî ji esmanan ve bi desteka teknîkê êrişên xwe giran kiriye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji kêliya yekem ve li ser xeta gerîlayê fedayî yê Apogerî berxwedana serdemê nîşan didin, vê hêza ku hemû desteka xwe ji NATO’yê girtiye felç kiriye. Dewleta TC’ê di vê êrişa dagirkeriyê de hêzên xwe yên herî kêrhatî û taybet bikar tîne. Tevî ku ev hêz ên her ji erdê û hem jî ji hewayî ve bi her cûre teknîkê hatine amadekirin jî, li ser bejahî nikare kontrolê bike, li ti deverê nikare rehet nefesê bigire. Hema bêje şer li tevahî herêma Zapê belav bûye û bi dijwarî didome. Hema demê li Wexelê ya herêma Avaşîn ku sala borî gerîlayên fedayî ku bi pêşengtiya Fermandarê efsanewî Şehîd Cûmalî Çorûm li Werxelê zêdetirî 4 mehan berxwedaneke dîrokî raber kirin, jî êrişên dagirkeriyê didome. Artêşa TC a dagirker êrişa xwe herî zêde li ser Kûrojahro û deverên dikevin navîna Zapê dijwar û berfireh kiriye. Piranî êriş li deverên stratejî ku qadê ji hev cuda bike û kontrola xwe ya li ser herêmê zêde bike, dewam dike. Li gel vê li hemû qadên berxwedanê hem ji esmanan ve û hem jî erdê êriş didomin. Gerîlayên ku li dijî dagirkeriyê bi terzê gerîlayên bi tevger û pispor têkoşînê dikin, li ser erdê dagirker felç kiriye. Artêşa Tirk bi bomberdûmana dijwar a li ser herêmê dikare kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakin. Ji ber ku gerîlayên HPG û YJA Starê bê navber dijmin dişopîne û terzên çalakiyên cihêreng û xurt, çalakî dikin.

EGER KU EWQAS ÊRIŞÎ ZAPÊ TÊ KIRIN, ÇAVKANIYA XWE JI HEVKARIYA PDK’Ê DIGIRE

Cudahiya vê êrişa dagirkeriyê ji yên berê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û dîsa taybet Zapê çiye?

Tevgera Azadiyê bi dewleta Tirk re 50 sal in şer dike. Di nava van 50 salî de bê navber êrişên bi konsepta tinekirinê dewam kiriye. Di vê çarçoveyê de li ser qadên gerîla bi deh hezaran operasyon hatine kirin. Di van hemû operasyonan de dewleta TC’ê bi propagandayeke mezin a şerê taybet bi îdîaya ku operasyona dawî ye antî-propaganda kiriye. Bi taybet ji salên 90’î ve bi hevkariya PDK’ê operasyon li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatine. Her carê jî windayiyên mezin dane û vekişiyane.

Di van salên dawî de ku evqas êrişên dagirkeriyê dirêj dewam kirin, bi awayeke topyekûn hedefkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, çavkaniya xwe ji wê digire ku bi temamî PDK ketiye bi emrê dewleta TC’ê. PDK û Barzaniyên ku bi dijminahiya xwe ya li PKK’ê sînoran nas nake, bi her tiştê xwe zizmeta rejîma Erdogan dike. Ji alîkariya lojîtîkî bigire heta xebatên îstixbaratê yên li ser gerîla, dorpêçkirina gerîla jî di nav de PDK bi fîlî alîkarî dide dewleta Tirk. Eger em bên ser pirsa çima êriş dibe ser Zapê jî, em dizanin berî niha bi salan artêşa TC’ê li ser qada Zapê operasyonek mezin dabû destpêkirin, ev operasyon fiyasko derket. Mînaka vê ye herî ber bi çav jî, êrişa dagirkeryê ya sala 2007-2008’an e. Di zivistana dijwar a Zapê de, li ber derbên xurt ên gerîla, asê man û heta serfermandarê demê Yaşar Buyukanit li pêşberî çapemeniyê gotibû; ‘Em leşkerê xwe mîna mûyê ji nava rûn bê kişandin, ji qada zapê derxist’, li şûna gotina revê, pênaseya siyasî bikar anî. Ji ber vê dilê Zagrosan Zap e. Yek ji qada herî ewil ku dijmin lê tarûmar bûye tê. Eger ku êrişên dagirkeriyê ewqas li ser herêma Zapê tê kirin, yek ji sedemê wê ew e ku nikare ji Bakur ve bike, ji qadên PDK’ê êriş dibe ser qadên gerîla. Artêşa Tirk a xwedî ewqas teknîk û çekên modern, li ber gerîla bê çare maye, nikare alîkariyên lojîtîkî ji bo leşkerên xwe bike, kuştî û birîndarên xwe nikare rake. Ji ber vê yekê ferqa vê operasyonê ji yên din ev e. Ji ber ku gelê Kurd bi salan e dijminê xwe dinase. 

LEŞKER LI SER ERDÊ FELÇ BÛYE

Gerîla li ber dagirkeriyê berxwedanek çawa dike?

Hêzên gerîla yên ku ji werza Peyîz û Zivistanê ve di nava amadekariyên mezin de bûn, di gelek waran de, têkoşîna sala 2021’ê nirxand, li gel pêvajoyeke perwerdehiyê ya hem leşkerî û hem jî îdeolojîk, li ber êrişeke dagirkeriyê amadekariyê mezin kiribû. Ev amadekarî hemû jî li ser esasê kêmaniyên sala borî derketibû holê, hatin kirin. Ji ber vê yekê, têkoşîna ku di astek mezin de li tûnelên şer ên sala borî hatin kirin, îsal bi dewlemendtir hatin kirin. Di serî de berî operasyonê hêzên bi tevger û pispor belavî hemû qadê bûn, serweriya li ser qadê pêk anî. Têkoşîneke ku bi temamî serwerî di destê gerîla de ye tê kirin. Ji 14’ê Nîsanê ve heta niha hêzên dagiker mîna sala borî ewilê berê xwe dan tûnelên şer. Yên pêşiya vê digirin, yekîneyên bi tevger ên gerîla yên li qadê ne. Gerîlayên bi tevger û pispor ku 24 saetan di nava tevgerê de ne û her kêlî bi terzê xurt ê lêdanê û serwerî li ser erazî dike, derbên mirinê li dagirkeran dide, artêşa TC’ê li ser erdê felç kiriye. Pêşengên vê berxwedanê jinên Kurd ên rê nadin dimin gerîlayên YJA Starê ne. Niha di warê moral û motîvasyon de, serweriya erazî û çalakiyên bi bandor de, gerîla li pêş e. Divê bê zanîn ku ev mirovên ciwan ne ji bo berjewendiyên xwe, li dijî yên ku bi qedera Kurdan dilîzin û berjewendiyên xwe zêde dikin, canê xwe dike sîper, hebûn, rûmet û kerameta vî gelî diparêzin û xwe feda dikin.

DIXWAZE GERÎLA ZEÎF BIKE, RÊ NEDE GEL LI BER DAGIRKERIYÊ RABE

PDK û Parastin li ser sînor zextek çawa li gel dike, hebûna hêzên PDK a li qadê tê çi wateyê?

Li herêmê bi salan e ku bi destê MÎT û Parastinê xebatên sîxûriyê li dijî gerîla û gelê welatparêz dîsa gel li ber gerîla sorkirin kar tê kirin. Bi taybet van çend salên dawî, xebatek zêde ya MÎT’ê tê kirin. Di vê pêvajoya dawî de jî em dibînin xebatên tên kirin, li herêmê zêdetir bûye. Çawa ku salên 90’î bi destê MÎT û JÎTEM’ê li Bakurê Kurdistanê sîxûrî, înfaz û zext lê dikir, niha jî heman tişt li ser gelê Başûrê Kurdistên tê kirin. Ketin û derketina welatiyan a çûna gundê xwe di bin kontroleke zêde de tê kirin, her wiha rê nade ku li gorî asta ku hatî diyarkirin erzaq ji bo xwe bibin. Artêşa TC’ê dikeve gundan û bi destê PDK’ê şidetê li gundiyan dikin û bi kêfî destgîr dikin, ciwanan direvînin. Dîsa li welatiyên sivîl ên herêmê bi darê zorê belgeyan lê didin îmzekirin ku bi îdîaya ku alîkarî dane gerîlayan zextê li wan dikin. Ji xwe bi salan e ji ber şerê li herêmê û zextan bi dehan gund bi hincetagerîlayan hatine valakirin. Ev hemû jî bi hevkariya PDK’ê ya bi temamî ketiye bin xizmeta rejîma Erdogan a Başûrê Kurdistanê şer dike pêk tê. Hêzên peremilîter ên taybet ên PDK’ê li herêmê ji bo qadên gerîla yên derbaskirinê teng bikin, ji pişt ve qadên gerîla dorpêç bike, bi zêdehî li herêmê bicihbûne. Hemû rêyên diçin herêma Zapê hatine qûtkirin, li van cihan hêzeke zêde hatine bicihkirin. Bi taybet li Dêralok, Şêladizê, Amêdiyê hêzeke zêde li nava gel û herêmê hatiye bicihkirin. Du sedemên esasî yên van hêzan a li herêmê heye. A yekem; gerîla û qadên gerîla teng kirin û gerîla zeîfkirine. A duyemî jî; serî rakirineke gel a li ber dagirkeriyê nebe, tedbîrên vê girtin ku leşkerên Tirk û baregehên Tirk parastin. Bi vê yekê PDK di nava xiyaneteke mezin de ye, bi hêzeke mezin piştevanî dide vê şerî, rewa nîşandan şerê dagirkerî û qirkirinê yên li herêmê ketiye nava hewldanan.

HEQÊ KESÊ NÎNE LI MAL RÛNE, WEK KU TIŞTEK NEBE BIJÎ; DIVÊ PIŞTGIRÎ BIDE GERÎLA

Divê gel helwestek çawa nêzî vê êrişa dagirkeriyê bibe, çawa bigre dest?

Gelê Kurd dizan e kî/ê li ber xwe dide û kî/ê xiyanetê dike. Li gel vê jî gelê Kurd gihaye wê zanistê ku li ser dika dîrokê roleke çawa bilîze, erk û berpirsyariyên xwe dizane. Divê li ser van bingehan jî bikeve nava tevgerê, ji bo gelê Kurd sed salê din nebe qûrbanê berjewendiyê hineke din têkoşînê bike. Îro ewladên leheng ên vî gelî bi canbexşane bê dudilî, çawa li ser dagirker û xayînan diçe, heqê kesê nîne li mala xwe rûne û wek ku tiştek nebûbe bijî. Roj roja çalakî û gav avêtinê ye. Ev berpirsyarî, berpirsyariya dîrokî ya her ferdekî Kurd e. Ji bo vê divê gerîla bi tenê neyê hiştin. Divê li bendê nemîne ku her tişt gerîla bike. Divê her kes li ber xwe bide. Rêyeke din a vê tine.

NE ŞERÊ TÊ KIRIN Û NE JÎ BERXWEDAN TÊ KIRIN JI RÊZÊ YE

Herî dawî gotinek we hebe?

Yên ku dijminahiya gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê yên bi rijandina xwîn û şehîdbûna xwe destanên lehengiyê nivisînin baş zanibin; sekna gerîla li holê ye. Li ber her hêza ku êriş bike ser wê nesekine, gav bi şûn ve neavêje. Ji ber vê gelê Kurd bi Pêngava 15’ê Tebaxê dîwarê tirsê hilweşandiye, ji niha şûnde jî tiştek nîne jê bitirse. Şerê qirkirin û mêtingeriyê yê li Kurdistanê ne ji rêzê ye, berxwedana li ber vê jî tê kirin, berxwedaneke li dîrokê mîna wê tine. Hê ji niha ve vê berxwedanê encamên mezin bi xwe re tîne. Ti gûman têde nîne ku encamên baş bi xwe re neîne. Dîrok kesên bi cesaret gavê davêjin dinivîse, ne kesên tirsnok û xayîn dijîn.