Rojnamevan Umêd Beroşkî: Êşkenceyên giran li girtiyan tê kirin

Rojnamevan, çalakvanê siyasî yê Behdînanê Umêd Beroşkî piştî 1 sal û 7 mehan şûnde hatibû azadkirin, di saetên êvarî de li Otela Ramad têkildarî binpêkirin û pêvajoya girtî semînerek da.

Di saetên êvarî li Otela Ramada ji aliyê Chrîstîna Peacemarker Teams (CPT) Kurdistana Iraq ve semînerek hate organîzekirin ku yek ji Rojnamevan û çalakvanê Behdînanê Umêd Beroşkî axivî.

GELEK KES BÊ DADGEHE KIRIN GIRTÎ NE

Nûnerê CPT’yê Kameran Osman derbarê girtiyên Behdînanê de axivî û diyar kir ku ji 81 girtiyên Behdînanê 7 kes niha girtiye û ji wan jî 5 kes hê nehatine dadgeh kirin. Osman diyar kir ku li ser 5 girtiyên Şêladizê ti agahî nîne heta niha 1 sal û 8 meh girtî ne. Osman got: “Em nizanin hatine dadgehkirin an na, ne jî parêzerê wan dizanin kî/ê ne.”

Piştî Omsan Rojnamevan Umêd Beroşkî bal kişand ser pêvajoya girtî û tiştên bi serê wan hatî.Beroşkî destnîşan kir ku li ser nerazîbûnên giştî, nêzîkatiyên û binpêkirinên li ser wan kêm bûn û encamek wiha derket.

Beroşkî diyar kir ku gelek ji çalakvanên Behdînanê bi awayê revandî hatin destgîrkirin û got: “Revandin girtiyên Bahdînan bê hiqûdî bû. Dema em hatin revandin, me enzanî em birin kûderê. Ev der hiqûqî ye.”

‘ÊN GILÎ KIRIN, LÊKOLÎN Û LÊPIRSÎN DIKIR HEMAN KES BÛN’

Rojnamevan Beroşkî qala mercên li nava girtîgehê jî kir û wiha domand: “Şertên girtîgehê zehmet bû.. Gelek kes bi doza siyasî girtî ne. Hinek hê jî girtîne tiştek li ser nayê zanîn dosya wan çi ne. Li gorî hiqûqî nêz nebû. Min parêzer nedît.  Ên gilî kir, lêkolîn dikir û lêpirsîn dikir heman kes bûn. Ev ne qanûnî bû.  Di warê tenduristî jî binpêkirin hebûn.

‘ÊŞKENCEYA FÎZÎKÎ Û DERÛNÎ DIKIRIN’

Di pêvajoya girtî de li 5 girtîgehan mam. Li van girtiyan nêzîkatî xirab dike. Li asayîşa giştî nêzîkatî xirab bû. Rê ne dida îfada xwe bixwînim. Êşkence hatin kirin. Êşkence fîzîkî û derûnî pir bûn.”

Beroşkî diyar kir ku karê rojnamevanî yê kiribû weke sûc xistibûn nava dosyayê û bi wê hatibû sûcdarkirin. Beroşkî anî ziman ku 7 dosay li ser hebûn ku 6 li Dihok û yek jî li Hewlêr bû.

‘KESÊN SIYASÎ LI PIŞT BIRYARA DADGEHÊ BÛN’

Beroşkî anî ziman ku têkildarî dadgehkirinê jî anî ziman ku ti agahî bi wan re ne dihate parvekirin û got: “15’ê Nîsana 2021’ê bang li me kirin, me nezanî wê me bibe kûderê. Heta çûna dadgehê me nû zanî em ê bên dadgeh kirin. Ev ne hiqûqî ye. Dadgehkirin sînaryoyek bû. Kesê siyasî li pişt biryara dadgehê bûn. Xwestin em li ser hev bidin, lê me wisa nekir. Bê belge û delîl 6 sal dan hevalê me.  Mikûrhatinên hatin dayîn hemû bi êşkence hatin dayîn. Be neheqî 2 sal hatim cezakirin. 1 sak û 7 meh li girtîgehê mam.”

‘BÛN DENGÊ GEL’

Rojnamevan Umêd Beroşkî da xuyakirin ku desthilatê dît ku hinek dengê gel didin bihîstin û vê zilmê qebûl nakin, ji bo wê serî li rêbazên win da û got: “Tenê sûcê me rastî gotin bû. Gel jî rastî bê gotin fam kir. Ji bo wê, desthilat ji bo vê herêmê ji dest nede, serî li girtina çalakvan û rojnamevanên li Behdînan kir. Tenê sûcê wan bûna dengê gel bû. Wisa zanî bi girtinê bêdeng bikin, lê nebû. Ev jî bi saya zextên derve kir ku girtiyên Behdînan azad bibin.”