Rojnameger Akdemîr li cihê ku hatibû qetilkirin hate bîranîn

Nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr li cihê ku hatibû qetilkirin hate bîranîn.

Nûçegihanê buroya Amedê ya rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr di 8’ê Hezîrana 1992’an de li Sûrê dema ji mal derketibû, bi çekê hatibû kuştin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li kolana ku Akdemîr hatibû qetilkirin û piştre navê wî dabûn kolanê, Akdemîr bi bîr anî.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan di bîranînê de axivî û got “Hafiz tiştên rast dinivîsand û ji bo ku rastî di tariyê de nemîne têdikoşiya. Ji bo ku cînayetên kujerên wan ne diyar dernekevin holê nûçegihanê Ozgur Gundemê Cengîz Altûn û piştre jî Hafiz Akdemîr hatin kuştin. Hafiz li vê kolanê hate kuştin, beriya ku were kuştin gelek caran gef lê hate xwarin lê Hafiz dev ji rastiyan berneda. 29 sal derbas bû lê rastî di tariyê de nema.”

Xwarziyê wî Veysî Polat jî diyar kir dema Akdemîr hate kuştin ew li ba wî bû û got “Wekî kûn dizanin di sala 2000’an de li Beykozê hinek CD hatin desteserkirin.  Hin agahî û dokumanên di arşîva Sedat Peker de wê demê di qeydên têtikkêşên dewleta kûr de hebûn. Di wan de dihate nivîsandin ku cînayet ji aliyê kê hatiye kirin. Dewletê çi kir? Di sala 2009’an de kesekî ku bi bultena sor li wî tê gerandin, ji bajarê Viyana yê Evûstûryayê girt û anî Tirkiyeyê. Ev kî bû? Cîhan Yildiz. Ji 6 cînayet û 2 birîndarkirinan 4 caran cezayê muebetê lê hate birîn. 10 salan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Ez bi xwe şahidê êrîşê bûm lê carekê bi tenê jî ez tevlî rûniştinan nekirim. Ji ber vê darizandineke baş pêk nehat.”

Polat diyar kir ku Akdemîr ji ber ku qala valakirina gundan û êşkenceyan dikir hate kuştin û got “Cenazeyê wî ji morgê revandin. Li morga nexweşxaneyê li birayê min dan. Me Akdemîr tevî kefenê bi xwîn veşart. Me nekarî nimêja li ser wî bikin. Li ser deriyê rojnameya Ozgur Gundemê ‘Dora we hatiye’ nivîsandin. Du meh berê dîsa gef li me xwarin. Di 7’ê Hezîranê de biraziyê min got ‘Ez ê çekekê bikirim, ev kes dev ji me bernadin’. Encam çi bû, Akdemîr pênûsa xwe nefirot. Em ê jî têkoşîn û pênûsa wî li erdê nehêlin.”

Piştî axaftinan rojnamegeran qerenfîl danîn kolana ku Akdemîr lê hatibû kuştin.