Rojhilatê Kurdistanê ji bo Rojava li qadan bûn

Xelkên bajarê Sine, Bane û Dîgulan ên Rojhilatê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin daqan û piştgirî dan berxwedana gelê Rojava.

Li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin.

Li Sine, Bane û Dîgulan gel li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin daqan û piştgirî dan berxwedana gel û şervanan.

Di çalakiyan de welatiyan bi dirûşmeyan piştgirî dan berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Herwiha eşkere kirin ku bêdengbûna li hemberî êrêşên li ser xwişk û birayên wan ên li Rojavayê Kurdistanê erêkirina komkujiyane.

Li Sine dirûşmeya 'Rojane ne bi tenê ye, Sine piştevane' û 'Kurdistan ji bo faşîstan goristana’ berz kirin û piştgirî dan berxwedana Rojavayê Kurdistanê.

Li bajarê Baneyê jî welatiyan bi tundî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin û alên Tirkiyeyê şewitandin.