ROJEVA 20'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva 20'ê Gulana 2021'ê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ji bo bi Tirkiyeyê re pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk dest pê bike, divê DYE û Ewropa nema piştgiriyê bidin Tirkiyeyê."

Yekîtiya Ewropa wê dengdanê li ser rapora têkildarî Tirkiyeyê bike. Di raporê de li ser Qirkirina Ermenan, pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê tespîtên balkêş hene.

Ji hunermendên Kurd ên ciwan Aysel Borak got, "Şer heye û em di nava civaka Kurd de ne. Nepêkane ku em ji civaka xwe serbixwe hunerê çêbikin."

Hikumeta Danîmarkayê wê 22 welatiyên xwe yên li kampên Bakurê Sûriyeyê werbigire.

Hate ragihandin ku DYE xwedî artêşeke ji 60 hezar kesî ya veşartî ye û di asta navneteweyî de ji aliyê Pentagonê ve weke gefekê tê bikaranîn.

Li gorî lêkolîneke nû ya zanyarên Awûstralyayî, beşeke mezin a 50 milyar çûkên li cîhanê ji çar cûreyan pêk tên.