Dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’yê Nîsana 2021’ê û vir ve êrîşên berfireh ên dagirkeriyê di serî de li ser deverên Avaşîn, Metîna, Zap ên Herêmên Parastina Medyayê û dîsa berfirehiya xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya van êrîşên dagirkeriyê de dest bi şewitandin û birînda daristanên Başûrê Kurdistanê kiriye.
Parlementerê Parlementoya Herêma Kurdistanê yê girêdayî Fraksiyona Goran Elî Heme Salih hinek wêneyên talana daristanên Başûrê Kurdistanê parve kir û diyar kir ku dar û daristanên Başûrê Kurdistanê tên şewitandin û dizîn.
Parlementer Heme Salih got: “Rojane 450 ton dar ji bo Tirkiye tên birin.”