Roja ferman û qirkirina Kurdan: Enfal
Enfal navê komkujiyekê ye ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ve li dijî Kurdan hatiye pêkanîn. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire.
Enfal navê komkujiyekê ye ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ve li dijî Kurdan hatiye pêkanîn. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire.
Enfal navê komkujiyekê ye ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ve li dijî Kurdan hatiye pêkanîn. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire. Her sal Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 14’ê Nîsanê weke roja Enfalê dibîne û di vê rojê de çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Di 8 qonaxên Enfalê de 182 Hezar Kurd di navbera 21’ê Reşemeh a 1988’ê û 6’ê Îlona 1988’de, agno di nava 6 mehan de hatine enfalkirin ango qetilkirin.
Di dema desthiladariya rejîma Baasê de heya sala 1990’ê 210 hezar û 6 41 Kurdên sivîl di encama gulebaran an ji darvekirinê de jiyana xwe ji dest dane. Ji bilî wan, tenê di nava 8 qonaxên operasyona Enfalê ya li dijî Kurdan pêkhatî de 182 Hezar Kurd hatine enfalkirin.
Enfala Kurdan ne navê komkujiyek tenê ye, navê rêze-komkujiyan e. Enfala Kurdan 21’ê Reşemeha 1988’ê li Dola Caf (Cafetî) tê destpêkirin û 6’ê Îlona 1988’ê li Zaxoyê bi dawî dibe. Ji Zaxo heta Hemrînê ti warên Kurdan nahêlin, hemûyan ji holê radikin. Dîsa li Qeladiza Silêmaniyê, Şivan û Axçelera Kerkûkê û hwd... Piraniya Kurdên li van deveran dijîn têne kuştin, yên dimînin jî direvin Rojhilatê Kurdistan, Îran û Bakûrê Kurdistanê. Gelek jî dîl têne girtin û di kampên tinekirinê de têne komkirin.
KEÇ Û JINÊN KURD JIBO ŞÊXÊN EREB DIHATIN VEGUHESTİN
Li gorî Îstatîstîkên saziyên navneteweyî der-dora 182 hezar Kurd hatine windakirin. Îro termên hinek ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên dîtin. Dîsa hatiye tesbîtkirin ku piraniya Kurdan bi saxî hatine binaxkirin. Keç û jinên Kurdan ji bo şêxên dewlemend ên Ereb dihatin veqetandin, qismekê wan jibo fihûşê dibirin Misirê û Tirkiyê. Piştî têkçûna Rejîma Baas li seranserê Iraqê, gelek kom-goristanên qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.
Em dikarin dîroka enfalkirina Kurdan ya ji aliyê rejîma Baas ve wiha rêz bikin:
QONAXA BOMBABARANA 1974
Piştî ku Sedam Husên sala 1973 diçe bajêrê Qeladizê û ti kesê wê derê nayê pêşwaziya Sedam, 24’ê Nîsana 1974’an bi bahaneya ‘destekê didin neyar û mulaxelefeta Iraqê’, balefirên şer yên rejîma Iraqê bajêrê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ku wê demê li Qeladizê bû bombabaran kirn. Her wiha di 16’ê Nîsana 1974’an de cara yekemîn bajarê Helebçe hate bombebarankirin.
QONAXA KÎMYABARANA 1987:
Ji 15’ê Avrêla 1987’an heta 28 Pûşpera 1987’ê 28 gund û navçeyên li sînorê niha yên Herêma Kurdistanê hatin kimyabarankirin. Gundên wek Heledin, Bergelû, Kanîtû, Awejê, Sîrwan, Nûlçike, Çinare, Şêxwesan, Mêwlake, Sîngir û Qizler yên girêdirayî Kerkûk’ê, Dola Balîsan, navça Qeredax, Zêwê, navçeyên Dihok’ê, gundên Tomar, Qemer, gundê Gurgan, gundên Melekan, Goreşêr, Kendol, Berdok, Bilê, Nalî, Tahî, Nazenîn û Balîsan hatin kimyabarankirin.
QONAXA KÎMYABARANA 1988:
Ji 25’ê Reşemeha 1988’ê heta 29’ê Tebaxa 1988’ê 24 gund û navçe hatin kimyabarankirin. Gundên weke Sergekû, Yaxsemer, Heledin, Gwêzîle û dola Cafayetî, Heneb, derdorên bajarê Helebçe, navçeyên wek Sêwsan, Dukan, Belekcar, Caferan, Wilyan, gundên Goptepe, Hesker, Mayle, Serçima, Şêxan, Keleşêre, Çemêrêzan, Qoçebilax û Zerzê hatin kimyabarankirin. Di 16’ê Adara 1988’de navçeya Helebce hat kimyabarankirin. Li gorî daneyên fermî 5000 kesên bêtawan bi kimyayê hatin kuştin û bi qasî 10 Hezar kes jî birindar bûn û bûn qurbanên çekên kimyawî. Di 25-29’ê Tebaxa 1988’de navçeya Gelî Bazê ji aliyê 12 balefirên şer yên İraqê ve hat kimyabarankirin û di nava 4 rojan de zêdetirî 2 hezar û 980 kesên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan.
KOMKUJIYA ENFAL:
El-Enfal navê komkujiyê ye ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ve hatiye pêkanîn. Di 4’ê Avrêla sala 1980’de rejîma Baas bi hêceta ku di hêlê Olî de Kurdên Feyilî mezhebê wan Şîiye û ne Sûnîne, dest bi kuştina wan kir û di encamê de zêdetirî 10 Hezar Kurdên Feylî hatin qetilkirin. Di 31’ê Tîrmeha 1983’de rejîma Baas 8 hezar mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikuje. Di Enfala 1988’de, ku jı 8 qonaxan pêk te, 182 hezar Kurd hatin enfalkirin. Her 8 Qonaxên Enfalê jî li gorî dîrok û cihên esas yên Enfal lê pêkhatiye wiha ne:
• Enfala Yekemîn: di navbera 21.02.1988- 18.03.1988’de li Dolê Cafayetî û Merge
• Enfala Duyemîn: di navbera 22.03.1988- 01.04.1988’de li navçeya Qeredaxê
• Enfala Sêyemîn: di navbera 31.03.1988- 18.04.1988 de li navçeya Germiyan
• Enfala Çaremîn: di navbera 20.04.1988- 05.05.1988’de li Sinorê Hesker, Goptepe, Şiwan, Qela Sêwkê û Deşta Koyê.
• Enfala Pêncemîn, Şeşemîn û Heftemîn; di navbera 24.05.1988- 31.08.1988’de li Navçeyên Şeqlawe û Rewandizê
• Enfala Heştemîn jî; di navbera 25.08.1988- 06.09.1988’de li deverên Behdînan û Zaxoyê pêkhatin.
WATEYA ENFALÊ ÇIYE?
El-Enfal Sûretek ji Qurana Pîroz e û li gorî ola Îslamê, di dema pêxember (Hz. Muhemed) diçe Medineyê de, di sala duyemîn ya hîcretê (koçkirinê) de, piştî şerê Bedirê ji Hz. Mihemed re ji aliyê xwedê ve hatiye danîn. Sûreta El-Enfal bi giştî ji 75 ayetan pêk tê û navê xwe ji ayeta yekemîn girtiye. Peyva “Enfal” bi kurdî tê wateya “xenimetên şer”. Di sûreyê de ji bona Misilmanan tê neqilkirin ku bi çi awayî û ji kê re xenimetên şeran tên parvekirin.
Pêkutiyên li dijî Kurdan bi dawî nebûn. Piştî qonaxa Enfalê jî rejîma Baas Kurd ji cih û warên wan derdixistin û li şuna wan ereb niştecîh (binecîh) dikirin. Her wiha ji dema derbeya yekemîn a Baasiyan a sala 1963 heta 14’ê Gulana 1990’ê 10 Hezar û 641 Kurdên sivîl piştî giritina wan bi guleyan hatin kuştin û an ji hatin darvekirin. Piraniya wan jî zarok, ciwan, jin, zilam û kal bûn. Tenê di meha Îlona sala 1985’de 300 ciwanên bajarê Silêmanîyê ku temenê wan di navbera 17-23 salî de bu, ji aliyê Baasiyan ve hatin bidarvekirin.