Rêya astengdaran bi astengiyan tijê ye

Li navçeya Erdîşê, ku şaredariya wan bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin, li ser rêya ku ji bo astengdaran hatiye çêkirin, trafoyên ceryanê, dar, dîwarên betonî û çal hene.

Qeyûmê rejîma AKP'ê, piştî ku dest danî ser Şaredariya navçeya Erdîş a Wanê, hemû park û peykerên ku di dema Şaredariya DBP'ê de hatibûn çêkirin û çanda gelê herêmê temsîl dikir, qeyûmê tev rûxandin. Rêya ku qeyûm îro ji bo astengdaran çê dike, sosretiyên wê naqedin. Li ser rêya astengdaran trafoyên ceryanê, dar, dîwarên betonî û çal hene. Rêya li ser Kolana Wanê hatiye çêkirin, ji her 20 metreyî cihekî astengiyek tê dîtin. Rêya li derveyî navçeyê dest pê dike û heta tê navenda bajêr, mirovekî ku çavên wî bibînin jî wê bi zor û zehmetiyan xwe bigihîne navendê. 

Li ser rê mirov carna rastî trafoya ceryanê, carna rastî darekî, carna jî rastî çaleke 2 metreyî kûr tên. Kolan û kuçeyên bajêr jî ji xwe esnafan dagir kiriye û welatî di derbasbûnê de zehmetiyan dikişînin.