Rêxistinên hiqûqê çûn serdana Guven: Divê tecrîd were rakirin!

Rêxistinên hiqûqê yên ku li Amedê hatin ba hev çûn serdana Leyla Guven û xwestin bila tecrîd were rakirin.

Rêxistinên hiqûqê bi hewldana Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) hatin ba hev û çûn serdana parlementera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye.

Rêxistinên hiqûqê li Navenda Giştî ya OHP’ê derbarê serdana xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

Endamê OHP’ê Bahrî Belen got ku, “Tecrîda Îmraliyê dişibe şertên Gûantanamoyê. Nabe ku li ser girtiyan şertên xerab werin ferzkirin.Li Îmraliyê destûr nayê dayîn ku parêzer û malbata rêzdar Ocalan biçin serdana wî. Tecrîd li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Divê ev tecrîd roj berî rojekê were rakirin. Ji bo rakirina tecrîdê em ê dengê xwe bilindtir bikin.”