Rêxistina Efûyê bang li Hewlêrê kir: Zextê biqedîne, girtiyan berde!

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji Herêma Kurdistanê ya Federal xwest ku dawî li girtinên kêfî, zextên li ser çalakiyan bîne û kesên ku neheq hatine birtin demildest berde.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di daxuyaniya niviskî de xwest ku dawî li gendeliyên Tebaxa 2020'an were, bal kişande ser zextên li ser çalakiyên ji bo xizmeteke baştir a cameweriyê were kirin û meaşên derengmayî were dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Rayedarên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bi hinceta 'ewlehiya netewî' kampanyaya girtina girseyî li ser aktivîstên ku protestoyan dişopoîne, çalakgeran û nûçegihanan daye destpêkirin.''

Alîkarê Midûr ê Rêxistina Efûyê yê Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur Lynn Maalouf diyar kir nûçegihan, aktivîst û çalakger bi rengekî kêfî têne destgîrkirin, nebedîkirin û got, ''Rayedarên Herêma Kurdistanê ya Iraqê sala çûyî ji bo rexnegeran bêdeng bike zexteke ku mirov dibehitîne da destpêkirin .Aktivîst û nûçegihan komî ser hev kirin, bi dozên ne adil, bi sûcdariyên lev tînin rapirsîna wan hate kirin û dema ku xizmên wan bêagahî hatin berdan endamên malbatê tacîz kirin an jî çavtirsandî kirin.''

Maaluf got, ''Rayedarên Herêma Kurdistanê ya Iraqê divê dawî li zextan bîne û çi kesê ku bi kêfî destgîr kirine demildest berde. Her wiha yasayên nediyar û şaş pênasekirî  ji bo sînordarkirina azadiya ramanê û mafê kombûna aştîxwazî, bi kar neyîne.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê li Duhokê nexasim li Behdînanê ji 100'î zêdetir kes hatin girtin, ji van 30 jê hê jî girtî ne û her wiha diyar kir li Behdînanê 3 jê nûçegihan, 11 jê aktivîst, 14 kes ji bo ku tevlî çalakiyên protestoyê bûne, rexne anîne ser rayedarên xwecih û xebatên nûçegihanî ''bi rengekî kêfî hatine girtin.''

Rêxistina Efûyê xwest ku kesên ku bi kêfî hatine destgîrkirin û bêyî darizandineke dadmend hatine sûcdakririn demildset werin berdan, ji bo dawî li tacîz, çavtirsandin û bersiva li ser nûçegihan, parêzerên mafê mirovan, aktivîst û endamên malbatê demildest gav werin avêtin, yasayên kêm pênasekirî û şîlo zû werin guherandin û ev yasa ji bo girtina kesên ku rayedaran rexne dikin weke amûr neyên bikaranîn, di darizandinê de li gorî standara hiqûqa navnetewî û mafê mirovan biçin, divê îfadeyên ku bi êşkence û zorê hatine standin di darizandinan de weke delîl neyên qebûlkirin, derheqê berpirsan lêpirsîneke berfireh û bêalî were destpêkirin.