Rewşenbîrên Ewropî dest bi kampanya 'Rojava biparêzin' kirin

Medico International ku saziyeke mafên mirovan e, ji bo dawî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bê anîn, dest bi kampanyayê kir. Gelek rewşenbîrên navdar ên Ewropî mohra xwe danîn binê kampanyayê.

Medico International ku saziyeke mafên mirovan e û navenda wê li Elmanyayê ye, bi navê 'Pêşî li karesatê bigirin' dest bi kampanyayekê kir. Di kampanyayê de işaret bi êrîşeke gengaz a dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê tê kirin û ji hikumetên Ewropî tê xwestin ku li dijî vê yekê û karesatek însanî ya bi êrîşeke wiha rû bide, tedbîran werbigirin.

Ji bo kampanyaya ku bi hewldana Medico International dest pê kir, deklarasyonek hate weşandin. Di deklarasyonê de hate bibîrxistin, sala 2014'an hêzên YPG û YPJ'ê civaka Êzidî ji hovîtiya DAÎŞ'ê rizgar kirine û hate gotin, di şerê dijî DAÎŞ'ê de nêzî 10 hezar şervanên Kurd jiyana xwe ji dest dane. Di deklarasyonê de hate ragihandin, piştî ku hêzên DYE'yê dan xuyakirin ku wê xwe vekişînin, dewleta Tirk li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dest bi gefan kir û ev bang hate kirin:

"Bi fermana Erdogan nêzî 80 hezar leşkerên Tirk li ser sînorê Sûriyeyê hatin bicihkirin. Gefeke mezin a şer li ser herêmê heye. Şerekî bi vî rengî wê rê li ber karesaeteke însanî û siyasî ya li herêmê veke. Em ji Ewropayê dixwazin ku ji bo şerekî wiha rû nede, bikeve nava liv û tevgerê. Eger hewldanek ji bo dagirkirina Rojava bê kirin, ev yek wê weke êrîşa Çileya 2018'an a li ser herêma Kurdan Efrînê be ku qanûnên navneteweyî lê hatin binpêkirin."

'CIHEKÎ KU ROJAVAYÎ XWE LÊ BIGIRIN NÎNE'

Di deklarasyonê de hate bibîrxistin, piştî ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe re Efrîn dagir kir, zêdeyî 100 hezar mirovên wê herêmê mexdûr bûn û hate gotin, "Di êrîşeke gengaz a dijî Rojava de cihekî ku mirov xwe lê bigire ya jî bireve nîne. Ji ber ku Rojava herêma herî ewle ye."

Di dewama deklarasyonê de bal hate kişandin ser rêveberiya demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku ji gelek pêkhateyên etnîkî pêk tê û hate xwestin, rêyên dîplomatîk hemû bên bikaranîn û pêşî li karesateke gengaz were girtin.

Di deklarasyonê de bi taybetî işaret bi wezîfeyên dikevin ser milê Elmanyayê hate kirin û hate gotin, "Li şûna ku sembolên Kurdan bên qedexekirin, divê garantî ji mirovên ku xwe li Elmanya û Ewropayê girtine bê dayin ku zext li wan neyê kirin." Medico International yek ji saziyên mafên mirovan ên Elmanyayê ye ku li qada navneteweyî naskirî ye. 

Kesên ku mohra xwe danîne binê kampanya Medico International:

Elfriede Jelinek (Nivîskar, Awûstûrya),

Axel Honneth (Fîlozof / Elmanya-DYE),

Milo Rau (Derhêner, nivîskarê şanoyê / Swîsre-Belçîka)

Leyla Îmret (Hevşaredara Cizîrê ya ji wezîfeyê hatiye girtin),

Gesine Schwan (Zanyara siyasetê)

Nancy Fraser (Fîlozof / DYE)

Vivienne Westwood (Dîzayner / Îngilîstan),

Sandro Mezzadra (Zanyarê siyasetê / Îtalya),

Étienne Balibar (Fîlozof/ Fransa)