Rewşen Mêrdîn: Hesabê PDK û dewleta Tirk pêk nehat

Rewşen Mêrdîn diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê rastî berxwedan gerîlayan hatiye û got “Hesabê PDK û dewleta Tirk pêk nehat.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn tevlî bernameya taybet a StêrkTV’ê bû û pirsên rojnamevan Zeynep Nergîz bersivand. Rewşen Mêrdîn di destpêka axaftina xwe de bi boneya meha Gulanê, şehîdên mehê bibîr anî û got ku “Milîtanên Rêber Apo ew ê her tim li gorî rastiya şehîdan xwe bigirin dest û xwedî li erkên demê derbikevin.”

 Rewşen Mêrdîn di berdewamiya axaftina xwe de girîngiya pêvajoyê anî ziman û diyar kir ku operasyonên faşîzma Tirk û hevkariya xanedaniya Barzanî ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê wek wan plan dikir pêk nehat û hesabên wan li hev derneketiye.

Rewşen Mêrdîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha domand; “17 Nîsan’ê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyon hat çêkirin. Ferqa vê operasyonê ji yên din ew bû ku di demeke kurt de dixwestin encam bigirin. Lê di encama berxwedayîna gerîla de, faşîzma Tirk û hevkarê wan xanedaniya Barzanî weke ku operasyon plan kirî nikarin encam bigirin. Di pêşengtiya çeteyên xanedaniya Barzanî de bi hiemareke zêde û teknîkeke herî pêşketî û pêkanînên derveyî exlaqê ve êrîş kirin. Lê hesaba pisporiya gerîla, amadekarî û baweriya gerîla nekiribûn. Bi rastî jî gerîla feleka wan şaş kir. Derûniya artêşa Tirk tevlîhev kir. Sendromek mezin da jiyan kirin. Bi dehan fermandarên wan îstîfa dikin û ji şer direvin. Yê ku baweriya wan herî zêde lê hebû qorîcî jî êdî nikarin di nava nêvenga şer de bimînin. Baweriya xwe bi teknîka xwe di anî lê gerîlayê serdemê ew jî pûç kir. Dijmin windahiyek mezin daye. Dijimin  di nava zoriyek mezin de ye. Eger wisa nebûya çekên kîmyewî bi kar nedianî. Çekên qedexe bi kar nedianî. Hejmareke ewqas zêde leşkerên xwe ji berçav dernedixist. Ji leşkerên xwe re dibêje, biçe û venegere, bimre. Ji xwe ji wî re ne xem e çiqas leşker mirine. Bêgûman vane hemû sendroma artêşa Tirk a li hemberê gerîla dijî nîşan dide.”

VÊ CARÊ NIKARE PEYA JÎ BIÇE

Endama Koordînasyona KJK Rewşen Mêrdîn di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku dewleta Tirk sûcê şer dike û pêwîste hesap jê were xwestin. Mêrdîn wiha domand; “Artêşa Tirk rojane sûc dike. Pêwîst e lêpirsîn bê kirin. Bêgûman viya jî bi piştgiriya dewletên NATO’yê dike. Eger ew li piştê nebin dewleta Tirk a faşîst jî nikare wiha tevbigere. Lê dîrok dîsa nîşan dide çi bike bila bike wê encama wî ji ya 2008 a şerê Zapê cudatir nebe. Wê demê me digot, suwar hatin peya çûn. Lê îro em nahêlin peya jî biçin. Amadekariyên gerîla dide nîşan ku dijmin wisa rihet nikare ji Zapê derbikeve.”

 Rewşen Mêrdîn di berdewamiya axaftina xwede bal kişand ser îxaneta xanedana Barzanî jî û got ku “pêwîst e helwesta gelê Başûr teybet jî jinên başûr hîn xurttir derbikeve. Pêwîst e em peyva, ‘PDK’ ji bo xanedana Barzanî bi kar neynin. Ji ber ku rabirdûyeke PDK’ê heye û di demê xwede peşmergeyên derîn berxwedayînek mezin kirine, qehremanî lîstine. Mirov dikare yên ku îro piştgirî didin şerê faşîzma Tirk û rasterast têde cih digirin wek, ‘çeteyên xanedana Barzanî’ bi nav bike. Ew ne tenê piştgirî didin, di heman demêde istixbarat, lojîstîk, cepxane û hwd. Pêwîstiyên şerê li dijî me de aktîf rol dilîzin di heman demêde rasterast tevlî dibin. Eger wisa nebe faşîzma Tirk nikare yêk gavî biavêje. Ango him bi qeweta xwe ve tevlî dibe him jî bi maliyeta vî şerî digire ser milê xwe û dijminê xwe dawetî qirkirina gelê Kurd û gerîlayên wê dike. Bêgûman di vir de helwesta gelê Başûrê Kurdistanê girîng e. Taybet jinên Başûrê Kurdistanê pêwîst e rûyê rastiya Barzanî baş bibînin. Ji xwe dîtine lê ev weke helwest hîn xurttir pêwîst e derbikeve. Gelê Behdînanê tu carî li dijî koletiyê, faşîzmê serî netewandiye. Gelek eşîrên li Behdînanê hene ku di dema xwe de serîhildanên mezin re pêşengî kirine. Îro jî heman helwest pêwîst e. Jixwe îro tu gel li derdora xanedana Barzanî nemaye. Gel her ku diçe jê direve. Feraseta wan wisa be yên ji bo berjewendiyên xwe li derdora wan in, ew ê jî birevin.”

BILA JIN DESTHILATIYA BARZANÎ QEBÛL NEKIN

Rewşen Mêrdîn di berdewamiya axaftinên xwe de balkişand ser jinên di nava xanedana Barzanî de û got ku pêwîst e ew êdî çavên xwe vekin û zihniyeta desthilata Barzanî bibînin. Rewşen Mêrdîn; “Di nava xanedaniya Barzanî de tu rola jinê nîne. Ewqas sal e me nav û rengên jinekê jî nedîtiye. Her tim zilam li pêş in. Em jinekê nas nakin. Zihniyetek ewqas paşverû û baviksalar heye ku bi tu awayî jinê nas nake û wek hebûn nabîne. Hîn jî jinê weke namûsa xwe dibînin û wisa lê mêze dikin. Pêwîst e jinên di nava xanedana Barzanî de vê tiştî qebûl nekin. Pêwîst e mafê wan hebe, dengê wan hebe, nêzîkatiyên xanedana Barzanî qebûl nekin.”

Endama Koordînasyona KJK Rewşen Mêrdîn da diyar kirin ku ev nêzîkatiyên xanedana Barzanî wê dawiya wî bîne; “Ev nêzîkatiyên Barzanî wê dawiya wî bîne. Ev pencî sal e em li dijî faşîzma Tirk şer dikin. Gelek hukumet derbas bûn, têk çûn lê şerê me bin neket. Kê xwestibe gerîla tune bike ew bi xwe tine bû. Îro jî bi heman encamê ve wê gerîla serbikeve. Lê yê ku tine bibe wê dîsa hukumeta AKP û xanedana Barzanî be. Jixwe eger PKK nemîne wê dor were ser te. Ji niha de xaka Kerkuk, Musulê dagir dike. Leşkerên xwe cih dike. Xwe rêxistin dike li wan deran. Viya dide nîşandan ku îtîfaqek firotina Kurdistanê hatiye kirin. Pir rewşeke trajîkomîk e ku şûna ku li dijî vana bisekine di nava viya de her cure rola dijî nirxên xwe dilîze.”

YJA-STAR DESTAN DINIVÎSE

Rewşen Mêrdîn di berdewamiya axaftinên xwe de berxwedayîna YJA-STAR silav kir û got ku ew hîn profesyoneltir tevlî şer dibin û serkeftinên mezin qezenç dikin. Rewşen Mêrdîn di vê derbarê de jî wiha axivî; “Ev çend sal in li ser hev operasyon çêdibe. Gerîlayan tecrubeyên mezin girtine. Dîrokek artêşa jin jî heye. Ji hêla pisporiyê de di asteke jor de xwe gihandiye. Di cîhanê de wek artêş xwe bi xwe rêxistinkirin û rêvebirin û di nava şerê germ milîtanên YJA-STAR’ê têdikoşin. Di vê operasyonêde yê ku destpêkê bersiv dayî jî hêzên YJA-STAR bûn. Destan dinivîsîne adeta.”

LI DIJÎ TECRÎDÊ PÊWÎSTE HELWESTÊ JINAN ZELALTIR BE

Endama Koordînasyona KJK Rewşen Mêrdîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Rêber Apo û got, “Ku di nava vê konseptê de êrîşên herî mezin li ser Rêber Apo pêk tên.”

Rewşen Mêrdîn; “Îro şerê herî mezin li ser Rêber Apo tê meşandin. Herî dawî bi cezayê dîsîplînê ê ku hatî dayîn ve dîsa dan nîşan ku ji bo ku hevdîtin nedin pêkanîn bahaneyên curbicûr digerin. Beriya niha jî bi bahaneyên, koster xerabe ye, şert û mercên hewayê nebaş in ve xwestin li pêşiya hevdîtinê bigirin.’ Di helwestê faşîzma AKP’ê tu exlaq tu huqûq nîne. Dewleteke ewqas tirsonek e ku qaîdeyên xwe jî bin pê dike. Ji xwe li ser zindaniyan êrîşên ku çêdibin faşizma 12 îlonê derbas kiriye. Pêşengên tevgera azadiya jin jî di zindanêde rûbirûyê êrîşan tên. Aysel Tugluk yêk ji wan e. Gelek nexweş hene. Ya rastî faşîzma AKP tola binketina xwe ji girtiyan digire. Li dijî van pêkanînan dengê gel pêwîste zêdetir bibe û helwest zelaltir derbikeve. Teybet jin pêwîst e di demeke wisa de ku li ser Rêbertiya me êrîşên mezin pêk tên de, dengê xwe bigihijînin herî jor. Taybet dayîkên girtiyan pêwîst e tenê neyên hiştin. Çawa ku em wek tevgera azadiya jin di cepheyan dijmin têk dibin pêwîst e em di qadên civakî de jî heman helwestê nîşan bidin. Lewaziyên hukumeta faşist a AKP’ê ciddî ne û di demeke kin de wê têk biçin.”

 Endama Koordinasyona KJK Rewşen Mêrdîn di berdewamiya axaftinên xwede êrîşên li ser Şengalê jî wiha nirxand; “Êrîşên li ser Şengalê jî di nava vê konseptê de ye. Ciheke ku paradigmaya Rêber Apo lê bi cih dibe li wir ji bo wan xeteriya herî mezin e. Ji bo wê jî tirsa herî mezin jiyan dikin. Bêgûman fikrê Rêber Apo jî li dijî xanedaniya Barzanî ye. Ji xwe xiyaneta Barzanî ne tenê îro li dijî Êzîdiyan an jî PKK çêbûye, di dîrokê de li dijî pir partî û rêxistinan ev îxanet çêbûye.”

 TE ÊZIDÎ BI QIRKIRINÊRE RÛBIRÛ HIŞT, EM Ê HETA DAWÎ PIŞTGIRIYA GELÊ ÊZIDÎ BIKIN

Ezidiyan îro pergala xwe ava kirine. Bi keda xwe, bi alikariya tevgera azadiyê ev tişt pêk anîne. Em poşman jî nînin. Gelê Êzîdî Kurdê me ê resen e û pêwîst e em xwedî lê derbikevin. Hukumeta Kazimî eger ewqas hêza wî hebe bila xaka xwe biparêze li ser xaka wî dagirkeriyek herî mezin heye. Rewşa Kerkuk û Musulê li holê ye. Behsa projeya Osmaniyan tê kirin. Wiya nikare wê çawa Êzîdiyan biparêze. Baweriya Êzîdiyan hukumeta Kazimî jî PDK’ê jî nemaye. Pêwîst e lêborîn ji gelê Êzîdî bê xwestin. Em li pişta xweseriyê ne. Di xwestekên xwe de mafdar e. Dixwaze wek perçeyeke Iraqê bimîne ev jî ne li dijî qanûnên Iraqê ye. Ji xwe hemû rêveberên Iraqê jî wisa nafikire. Yên ku bi malbata Barzanî û Tirk re di nava îtîfaqên qirêj de ne û biryara 9’ê cotmehê dixwazin têxin meriyetê êrîşê nirxên Şengalê dikin.

ÊZIDIYAN TAMA AZADIYÊ DÎTIN SERÎ NATEWÎNIN

Êzîdiyan êdî tama azadiyê dîtine û weke berê nînin. Tu hêz nikare wan têxe bin kontrola hukumeta Kazimî û xanedana Barzanî. Eger tenê bi tevgera jin jî mabe Şengal weke berê nabe. Jinên Êzidî sonda 5 hezar jinên Êzîdî ên di sûkan de hatî firotin xwarine. Sonda 3 hezar jinên aqûbeta wan nediyar xwarine ku tola wan hilînin. Wê qetlîama Êzidiyan bigirin sonda wê xwarine û wê hesap bixwazin.”

Rewşen Mêrdîn di dawiya axaftina xwede bangavazî teybet jinên Êzîdî û Başûrê kurdistanê kirin ku li dijî zihniyeta zilmsalarî serî netewînin û têkoşîna xwe bilind bikin; “Tevgera jin a Şengalê dikare çarenûsa Şengalê diyar bike. Bi têkoşîn û berxwedana xwe ve dikare her cure êrîşan bin bixe. Ev 8 sal e, vî tiştî bi serkeftî dike û da nîşandan ku ew dîsa desthilatiya Barzanî û hukumeta Iraqê qebûl nakin. Ew bûne hêviya civaka Êzîdî. Em dîsa berxwedan û têkoşîna gelê Êzîdî silav dikin. Jinên Başûrê Kurdistanê jî êdî planên dijmin baş naskirin. Asta zihniyeta zilamsalarî nas kirin. Jinên Başûrê Kurdistanê di hemû serhildanan de cih girtine, pêşengî kirine. Îro jî dikarin viya pir baş pêk bînin. Em dizanin ku eger îro dagirkerî ser bikeve wê herî zêde jin êş bikişîne.”