Rewşa girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî giran bû

Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî giran bû. Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxaneyê.

Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû doh rakirin nexweşxaneyê.

Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Ozkan ku 25 sal in girtî ye heta niha 5 caran krîza dil derbas kir, 4 caran anjiyo bû. Pirsgirêkên tenduristiyê yên dil, tansiyon, gûatr, helîna hestî, gurçîk, nexweşiya rovî heye, her wiha nema baş dibîne û nema baş dibihîze, gelekî kêm kiriye û hişê wî lawaz bûye.