Rewşa dawî ya vîrûsa Covîd-19

Hejmara kesên bi vîrûsa Korona ketin gihişte 740 hezarî. Her wiha kesên ji ber vîrûsê mirin jî hejmara wan derket 35 hezarî.

Piştî DYE’yê welatên herî zêde kes bi vîrûsê ketine Îtalya, Spanya ye. Welatê herî zêde ku ji ber vîrûsê kes lê mirine jî Îtalya ye.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê 9 hezar û 217 kes bi vîrûsê ketine û 131 kes jî mirine. Rêxistinên tenduristiyê radigihînin ku ev hejmar hê zêdetire.

DYE

Li DYE’yê hejmara kesên bi vîrûsê ketine 140 hezar derbas kir, 2 hezar û 500 kes jî mirine. Ji 135 kesî zêdetir jî tên dermankirin.

ÎTALYA

Nêzî 100 hezar kes bi vîrûsê ketine, nêz, 11 hezar kes jî mirin. 73 hezar jî tên dermankirin.

SPANYA

Li welat zêdetirî 85 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 7 hezar xw 300 kes jî mirine.

ELMANYA

65 hezar kes bi vîrûst ketine, 531 kes jî mirine. 52 hezar zêdetir jî tên dermankirin.

FRANSA

Zêdetirî 40 hezar kes bi vîrûsê ketine û 2 hezar û 600 kes jî mirine. Her wiha 4 hezar û 600 kes jî rewşa wan xeter in. 30 hezar jî tên dermankirin.

QIRALYETA YEKBÛYÎ

Nêzî 20 hezar kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar û 220 kes jî mirine. 18 hezar kes jî tên dermankirin.

HOLLANDA

Li Hollanda 10 hezar û 800 kes bi vîrûsê ketine, 770 kes mirin. 10 hezar kes jî tên dermankirin.

BELÇÎKA

12 hezar kes bi vîrûsê ketine. 510 kes mirine.

SWÎSRE

15 hezar kes bi vîrûsê ketine, 310 kes mirine. Nêzî 13 hezar kes jî tên dermankirin, zêdetirî 300 kes jî rewşa wan xeter e.

ÎRAN

Nêzî 42 hezar kes bi vîrûsê ketine, nêzî 2 hezar û 750 kes jî mirine.

ÎSRAÎL

Li Îsraîlê zêdetirî 4 hezar û 300 kes bi vîrûsê ketine. 16 kes mirin.

KOREYA BAŞÛR

9 hezar û 600 kes bi vîrûs ketine. 158 kes mirin.

ÇÎN

81 hezar û 470 kes bi vîrûsê ketine 3 hezar û 304 kes mirine.