Rewşa dawî ya grevên birçîbûnê yên li Başûr

Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz kete roja 143'yan û li Mexmûrê ya Fadîle Tok kete roja 83'yan. Her wiha komên nû grevên birçîbûnê yên dorveger didomînin.

Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, a li Hewlêrê di roja 143'an de ye, ya endma Meclîsa Jinan a Îştarê ya li Mexmûrê jî di roja 83'yan de didiome. Greva birçîbûnê ya bi dorvegerî jî kete roja 118'an û koma 39'an dest bi grevê kir.

Li ser navê koma 38'an Harûn Kara axivî, diya kir, ew ê tecrîda li ser Ocalan ti caran qebûl nekin. Kara got ji bo gelê Kurd ev pêvajoyeke krîtîk û girîng e, dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdê datîne, ji mêj ve agahî jê nayê wergirtin.

Kara her wiha got heta ku tecrîda li ser Ocalan were şikandin ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Li Silêmanî jî greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kete roja 120'an, li ser navê koma 60'î Fethiye Elî axivî û got, ''Ji bo ku tecrîda li ser Ocalan were şikandin divê her cure têkoşîn were dayin, Ocalan bi salan e ji bo azadiya Kurdan têdikoşe.''

Elî bang kir ku hemû partiyên siyasî, rayedar û derdor destekê bidin greva birçîbûnê.