Rewşa civakî ya Qersê û ya HDP'ê xweş li hev tên

Li Qers, Kurd, Tirk, Terekeme, Azerî, Caferî, Elewî, Sûnî hemû welatî bi hev re dijîn. Hem bername, hem jî namzetên HDP'ê li vê rewşa civakî tên.

Namzetên HDP'ê yên Qersê Ayhan Bîlgen, Arzû Moco û Bişar Abdî Alinak ji Qersê ne û rewşa civakî ya Qersê baş zanin. Bîlgen, Moco û Alinak ji ANF'ê re axivîn.

Namzetê rêza yekemîn ê Qersê Ayhan Bîlgen di nava siyaseta Kurd de kesayetekî naskirî ye. Sala 1970'î li navçeya Sarikamiş a Qersê ji dayik bû. Li Zanîngeha Qnereyê ji Rêveberiya Cemaweriyê ya Fakulteya Zanyariyên Siyasî mezûn bû. Li Zanîngeha Hacettepeyê di beşa civaknasiyê de lîsansa xwe ya bilind kir. Tevî Serokatiya Giştî ya Mazlûm-Derê demeke dirêj rojnamevanî, nivîskarî kir. Sala 2015'an li Qersê bû parlamenter. Piştî ku mafê destnedanê yê parlamenteran hate rakirin, wextekê dîl hate girtin.

HDP SOZA JIYANA AZAD DIDE

Bîlgen da xuyakirin ku HDP jiyana bi hev re ya hemû ziman û baweriyan diparêze û got, "Rewşa civakî ya Qersê û rastiya HDP'ê li hev tên. Li Qersê baweriyên cuda hene; Caferî, Sûnî, Elewî, Terekeme, Kurd, Tirkmen bi hev re dijîn. Ji bo bajarê em bi hev re lê dijîn, ji bo welatekî azad, ji bo Tirkiyeyeke azad ez ji HDP'ê namzet im."

DESTPÊKÊ ERDEXAN, NIHA JÎ QERS

Namzeta rêza duyemîn a HDP'ê Arzû Moco jî di nava partiyên siyasî yên Kurd de heta niha gelek wezîfeyên cuda kiriye. Moco ku li Qersê ji dayik bû, dibistanên xwe yên seretayî û navîn li Qersê xwend û li Zanîngeha Firatê ji beşa Komputerê mezûn bû. Moco di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de ji Erdexenayê namzeta HDP'ê bû.

RÊYA DERKETINA JI NAVA TARÎTIYÊ

Moco bal kişand ser krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê ku giran e û destnîşan kir, afirînerê vê krîzê tifaqa AKP-MHP û tifaqa din, dixwazin di şexsê HDP'ê de Kurdan û beşên cuda yên civakî di binê bendê bihêlin û bikin ku li derveyî siyasetê bimînin. Moco got, "HDP her wiha partiyeke jinan e. 230 namzetên me yên jin hene. Sîstema me ya hevserokatiyê tawîzê ji temsîliyeta wekhev nade. Me tifaq bi gelê xwe re kir. Dema ku mirov li lîsteya me ya namzetan binerin, wê bê dîtin ku HDP beşên cuda yên li Tirkiyeyê dibe qada siyasetê. Bi kurtasî, rêya derketina ji vê atmosfera tarî, HDP bi xwe ye, lewma ji HDP'ê bûm namzet."

HIQÛQNASÊ CIWAN: ALINAK

Namzetê rêza sêyemîn ê HDP'ê yê Qersê parêzer Bişar Abdî Alinak e. Sala 1983'an li navçeya Dîgor a Qersê ji dayik bû, piştî ku Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Yakindogû qedand dest bi parêzeriyê kir. Alinak ku hiqûqnasekî parêzvanê mafên mirovan e, di nava siyaseta Kurd de mezin bû. Alinak ji bo namzetiya xwe got, "HDP partiya azadiyan e. Ji tenduristiyê heta aborî û perwerdeyê, bi perspektîfên jiyana azad çareseriyê diafirîne. Min bi ve yekê bawer kir, lewma di nava HDP'ê de me."