Rêwîtiya ku li Mêrdînê dest pê kir û li wir bi dawî bû

Rêwîtiya gerîlatiyê ya Robîn Mîdyat (Perîhan Akan) li Mêrdînê dest pê kir, li Behdînan, Zagrosan, Cîlo, Çarçella heta Gabarê dewam kir û li Mêrdînê bi dawî bû.

Perîhan Akan bi navê xwe yê li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd Robîn Mîdhat, 24'ê Adara 1990'î li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ji dayik bû. Robîn Mîdyat bi 3 xwişk û 4 birayên xwe mezin dibe. Beşa Sporê ya Zanîngeha Dîcleyê qedand û bû sporvaneke profesyonel. Nîsana 2013'an biryar da tevlî nava refên PKK'ê bibe û li Mêrdînê tevlî bû.

Di maratona kurt a jiyanê de li Behdînan, Zagrosan, Avaşîn, Cîlo, Çarçella û Botanê bi lez beziya. Robîn Mîdyat ku yek ji bezvanên ciwan ên şoreşê bû, piştî ku ji Behdînanê berê xwe da Gabarê bi israr xwest biçe Mêrdînê û li wir dest bi gerîlatiyê kir. Mijdara 2017'an li bejahiya navçeya Şemrexê ya Mêrdînê tevî Rûbar Qoser, Viyan Gap, Xemgîn Siyabend, Destan Amed û Agît Amed şehîd bû.

Robîn Mîdyat beriya rêwîtiya xwe ya ber bi Mêrdînê ve qala xwe û pêvajoya tevlîbûna xwe ya li nava PKK'ê kir: "Ji salên 1990'î ve me PKK nas dikir. Sala 1993'an dotmama min tevlî nava refên PKK'ê bû. Gerîla bala me jî dikişand.

BI TEVLÎBÛNÊ MIROV DIKARIN BIJÎN

Tevî ku hinekî bi derengî tevlî nava refên partiyê bûm, min digot ku ez partiyê nas dikim, lê belê tevlîbûn û dîtina wê hinekî din cuda bû. Bedewiya xwezayê û yekbûna gerîla bi xwezayê re, tenê bi tevlîbûnê mirov dikarin bibînin û bijîn. Mirov piştî ku tevlî dibin, bi rengekî hîn kûrahî giraniyê didin ser xwezayê, gerîla û hevaltiyê.

HEVRÊTIYA BI FELSEFEYA RÊBERTÎ

Hevrêtiya li çiyê dema ku bi felsefeya Rêbertî tê kirin, hingî hestên gelekî cuda derdixîne holê. Taybetmendiyên nebaş ên ku me ji sîstema bi serweriya mêr wergirtine, ancax bi vê felsefeyê dikare ji holê bên rakirin. Jiyana PKK'ê û çiyê jiyaneke gelekî bedew ku ji xeyalên mirovan jî wêdetir e pêşkêş dike.

GELEKÎ DIXWAZIM BIÇIM MÊRDÎNÊ

Daxwaz û hesreta her gerîla çûyîna Bakurê Kurdistanê ye. Di çarçoveya Parêznameyên Îmraliyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser bingeha parastina rewa û xweparastinê em bûn xwedî têgihiştina têkoşîna îdeolojîk. Min li ser xweparastinê ji aliyê îdeolojîk ve perwerde kir. Min dixwest biçim Mêrdînê, lê belê li herêma Gabarê hatim wezîfedarkirin. Dil gelekî dixwest biçe Mêrdînê.

CIH Û WARÊ FERMANDAR EGÎD

Gabar ji bo me gelekî girîng û cuda ye. Cih û warê fermandar Egîd e. Dema ku navê herêma Gabarê tê bilêvkirin, hestên cuda li ruhê mirovan peyda dibe. Dilê mirovan germ dibe. Ez bi kelecanî û kêfxweş im.

Ji bo têkbirina êrîşên hêzên dagirker ên Tirk û ji bo parastina gelê xwe em bi rê ketin. Armanca min ji çûyîna Bakurê Kurdistanê ew e ku bibim bersiv ji pêvajoyê re. Bi tevlîbûneke hîn bi xurtî ez ê hewl bidim vê yekê pêk bînim."