Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK bi van êrîşan dixwaze Şengalê vala bike

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrîşa li dijî wesayîta YBŞ’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku PDK bi şerekî taybet û bi van êrîşan hewl dide Şengalê vala bike û da zanîn ku wê PDK negihîje armanca xwe.

Îro balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk li gundê Behreva yê bajarokê Xanesorê ya Şengalê, nêzikî baregeha artêşa Iraqê êrîşê wesayîteke hêzên YBŞ’ê kir. Di encama êrîşê de zirereke canî pêk nehat.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ya Demokratîk têkildarê mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di vê dema dawî de êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê her ku diçe zêdetir dibe. PDK jî bi şerekî taybet hewl dide bi van êrîşan gel ji Şengalê bide koçkirin. Ji bo valakirina Şengalê PDK-Iraq û Tirkiye planeke hevbeş dişopînin.

BI HEMWEXTÊ ÊRÎŞÊ RE SEROKÊ MÎT’Ê HAKAN FÎDAN BI RAYEDERÊN IRAQÊ RE HEVDÎTIN KIR

Ev êrîş li ber baregeha artêşa Iraqê ya li herêmê pêkhatiye û balkêşe hemwextê wê êrîşê Serokê îstîxbarata MÎT’ê ya dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan jî li Bexdayê bû. Ev helwesta hikûmeta Iraqê gumanan çêdike û dide nîşandan ku hevkariyê bi dijmin re dike.”