Rêveberiya nû ya Tevgera Azadî hate hilbijartin

Tevgera Azadî ya ku li Silêmaniyê kongreya xwe ya damezirandinê li dar xist, rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Mihemed Ebdullah ji bo Serokatiya Giştî ya Tevgera Azadî hate hilbijartin.

Tevgera Azadî ya ku piştî li Iraqê bi awayê fermî hate qebûlkirin, li Silêmaniyê kongreya xwe ya damezirandnê li dar xist. Piştî dengdan û qebûlkirina rêziknameya partiyê û bernameya siyasî, rêveberiya nû hate hilbijartin.

Endamên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Iraqê jî kongre şopandin. Ji Başûrê Kurdistanê û herêmên cihên yên Iraqê 714 delege û bi sedan kes beşdarî kongreyê bûn û di kongreyê de rêveberiya nû ya partiyê hate hilbijartin.

Ev kes ji bo Meclîsa Partiyê hatin hilbijartin:  Bêrîvan Mihemed, Şîlan Şakir, Rebia Ebas, Ronak Mecid, Kelsum Hisên, Rihan Hemadî, Peyam Rehman Resul, Azad Qadir, Nisra Receb, Ebdulwehap Ehmed, Naci Haci Aşûd, Wacide Beyadî, Hemed Mela Ehmed, Komel Serhed, Birêz Mihemed. Xalid Reşîd û Emîn Tila Emîn jî ji bo endamtiya cîgir hatin hilbijartin.

Di kongreyê de ji xeynî Serokatiya Giştî, meclîsa partiyê hate hilbijartin a ku ji 22 kesan pêk tê.
Di kongreyê de bi dengên zêde hate qebûlkirin ku partî di pratîkê de bi pergala hevserokatiyê xebatên xwe bidomîne.