'Ji bo Kurdistan û Iraqa demokratîk em ê bi hev re têbikoşin'

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir li kongreyê axivî û destnîşan kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqa demokratîk ew ê bi hemû gelan re têbikoşin.

Kongreya damezrandinê ya Tevgera Azadî li Hola Mona Lîza ya herêma Serçinar a Silêmanî bi axaftin, nirxandin û dengdana rêzikname û bernameya partiyê dewam dike.

Piştî ku dîwana kongreyê hate hilbijartin, Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir axivî û diyar kir ku ew dixwazin ji bo gelên Başûrê Kurdistanê û Iraqê bibin dengekî cuda. Şakir got, "Sîstema me sîstema hevserokatiyê ye. Lê belê qanûnên heyî yên Iraqê rê nadin vê yekê. Tevî ku di prosedurê de vê gavê em nikarin vê sîstemê bi cih bikin jî, di pratîkê de sîstema me ji xwe sîstema hevserokatiyê ye. Ji bo ev sîstem li Iraqê û Başûrê Kurdistanê fermî bibe, têkoşîna me wê bidome."

'XETERIYA DAGIRKERIYÊ HEYE'

Şîlan Şakir bi bîr xist ku di serî de li çar parçeyên Kurdistanê, li Iraqê û gelemperiya Rojhilata Navîn pêvajoyeke hesas heye û got, ew hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê û polîtîkaya zordar a rejîma Îranê ya li ser gelên Rojhilatê Kurdisatnê û Îranê şermezar dikin. Şakir wiha dewam kir: "Dema mirov bala xwe didin ser Başûrê Kurdistanê dibînin ku beşek jê ji aliyê Tirkiyeyê, beşek jî ji aliyê Îranê ve hatiye dagirkirin û rojane ev dewletên navborî êrîşê dikin. Bi taybetî piştî referandûma ku partiyekê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî pêk anî, êrîşên dagirkeriyê zêde bûn û hê jî zêde dibin."

EM Ê TEVÎ GELÊN IRAQÊ Û BAŞÛR TÊBIKOŞIN

Şîlan Şakir diyar kir ku ew hewl didin ji bo modeleke demokratîk pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn bikin û got, "Ji bo gel, bawerî û cihêrengiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi çanda jiyana hevpar bijîn û li ser zemîna demokratîk siyasetê bikin, ji bo karibin xwe bi rê ve bibin em têdikoşin. Ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqeke demokratîk em ê li gel hev têbikoşin. Em ê bi hev re vê têkoşînê bidin. Em ê vê têkoşînê bi bernameyeke demokratîk bi hev re bidin. Di serî de malbatên şehîdan ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim."

Piştî xwendin û qebûlkirina rêziknameya partiyê, kongre bi xwendina bernameya partiyê dewam dike. Tê payin, piştî xwarina nîvro rêveberiya nû wê were hilbijartin.