MÎT xwe li Kerkûkê bi rêxistin dike!

Piştî ku eşkere bû bombardûmana bi moşekan a li ser bîrên petrolê yên li Çemçemal a Kormor a Qadir Kerem ji aliyê Heşdî Tirkmenan ve hatiye kirin, bi belgeyekê diyar bû MÎT xwe hîn bêhtir li Kerkûkê bi rêxistin dike.

Li gorî belgeya ku ji aliyê Dezgeya Îstixbaratê ya Iraqê ku li Kerkûkê hatiye amadekirin û li ser tevnên dijîtal ên girêdayî Heşdî Şebî belav bûye, bi îmzeya Rêveberiya Îstixbarata Iraqê ya Kerkûkê li ser e û dîroka 28’ê Hezîranê li ser e, hefteya borî 10 wesayîtên ji wana 5 cûrê bi Toyota, 4 bi cûra Taho û 1 jî bi cûra Ram ku li ser navnîşanên MÎT’ê hebûn ji Hewlêrê ber bi Kerkûkê ve çûne. 

Li gorî heman belgeyê ew wesayîtên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) li nêzî balafirgeha Kerkûkê hatine dîtin.

Hemwextî derbasbûna wan wesatyîtên MÎT’ê ya Kerkûkê êrîşên bi mûşekan ên li ser bîrên petrolê ya Kormor a Qadir Kerem a navçeya Çemçemalê hatibûn kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî û dîsa daxuyaniya fermî ya Hîzbulaha Iraqî, Heşdî Tirkmen a girêdayî dewleta Tirk e, li pişt êrîşa li ser bîrên petrolê ya Kormor e. Ev jî dide nîşandan ku hatina şandeya MÎT’a Tirk a ji bo Kerkûkê vê yekê jî piştrast dike.

Li gorî vê belgeyê Saziya Îstixbarata Iraqê kariye cihê MÎT’a Tirk a li Kerkûkê eşkere bike, lê heta niha ti helwestek li ber vê nehatiye nîşandan.

Demeke dirêj e aliyên siyasî û partiyên Kurdî bal dikişîne ser metirsiya dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li ser Kerkûkê. Bi dehan caran dewleta Tirk a dagiker diyar kiriye ku Kerkûk a wan e û ji bo destxistina Kerkûkê bi rêya Eniya Tirkmen û Kerkûkê amadekariyan dike.

Dewleta Tirk bi rêya Eniya Tirkmen hejmarek çeteyên bi navê Heşda Tirkmen ava kiriye. Li gorî belgeyên berê ji aliyê Parlamenterê Berê yê Iraqê Şiwan Dawidî ji bo ANF’ê parvekiribû, nîşan dabû ku ew çete ji aliyê Tirkiye ve hatiye perwerdekirin û mûçeyên wan jî ji aliyê Tirkiye ve tê dayin.