Remy Paganî: Divê Tirkiye ji Başûrê Kurdistanê derkeve

Şaredarê berê yê Cenevreyê Remy Paganî yê ku ew jî di nav Heyeta Aştiyê de çûye Hewlêrê, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewleta Tirk da û bang kir ku bila Tirkiye ji Başûrê Kurdistanê derkeve.

Remy Paganî diyar dike ku ew di nav ‘Çepgiriya radîkal’ cih digre. Paganî 13 sal in di nav rêveberiya bajêr a Cenevreyê de cih digire û di salên 2009, 2012 û 2017’an de jî bûbû şaredarê Cenevreyê.

Paganî diyar kir ku 10 sal in têkiliyên wî yên bi Kurdan re zêde bûye û got “Ez îro hatim vir, ji ber ku li hemberî Erdogan bêdengiyeke mezin heye. Ev tê wateya polîtîkaya ku dixwze li her derê belav bibe. Ev ne şerekî mafdar e. Di hiqûqa navneteweyî de tu hinceta wê tune. Li Peravên Behra Spî jî dixwaze vî tiştî bike. Ji bo ku ez ji Kurdan re bibêjim ‘Bi hev re rûnên û nîqaşên xwe bikin’ hatime vir."

Paganî derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk got “Beriya her tiştî divê ez vî tiştî bibêjim, ez li dijî qanûnên zordar im, ez alîgirê hiqûqê me. Li gorî hiqûqê divê Erdogan li gorî sînorên civaka navneteweyî tevbigere. Ji bo ku di civaka navneteweyî de were qebûlkirin, divê vekişe”

Paganî diyar kir gelekî balkêş e ku NATO û Ewropa li hemberî vê rewşê tiştekî nabêjin.