Rejîma Îranê dîsa êrîşî kolber û kesibkaran kir
Hêzên rejîma Îranê dîsa êrîş birin ser kolber û kesibkaran. Ji ber êrîşê kesibkarek birîndar bû, 6 kolber jî hatin destgîrkirin.
Hêzên rejîma Îranê dîsa êrîş birin ser kolber û kesibkaran. Ji ber êrîşê kesibkarek birîndar bû, 6 kolber jî hatin destgîrkirin.
Ev demeke êrîşên li hemberî kesibkar û kolberên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bê navber didomin. Di encama van êrîşan de heta niha gelek kolber û kesibkar hatine kuştin.
Li herêma Binaw a Pîranşarê hêzên rejîma Îranê gule li seyareya kesibkaran reşandin. Di encamê de kesek birindar bû. Di vê êrîşê de ajokarê seyarê bi giranî birîndar bû û 4 kesên din ên di seryarê de jî ji êrîşê bi saxî filitin.
Li gundê Dîawrî yê Merîwanê jî hêzên rejîmê kemîn li pêşiya kolberan danîn û 6 kolber destgîr kirin. Hêzên rejîmê her wiha dest danîn ser amûr û malê wan.