Li gorî agahiyên ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ve hatin ragihandin, Celaliyan a ku 10 sal in li zindana Xoyê tê hiştin, ji ber astengiyên rejîma Îranê nikare malbata xwe bibîne. Tora Mafên Mirovan diyar kir, ku Celaliyan li dijî bikaranîna madeyên narkotîkê li girtîgehê dikeve û ji ber vê yekê rêveberiya girtîgehê nehiştiye ku vê hefteyê malbata xwe bibîne.
'MADEYA NARKOTÎKÊ Û MÎZ BERDAN NAVA ÇAYÊ'
Tora Mafên Mirovan da zanîn, ku Celaliyan li ser mijarê ev agahî daye wan: "Beriya niha bi demekê, ez li dijî bikaranîna narkotîkê ya li girtîgehê derketim. Lê belê rêveberiya girtîgehê li şûna ku vê yekê li ber çavan bigire, madeya narkotîkê xiste nava çayê. Her wiha mîza mirovan jî xistin nava çayê. Bersiva wan ne tenê ev bû, her wiha hevdîtina heftane ya bi malbata min re asteng kirin."
PEYAMA CELALIYAN: JI ALIYÊ DERÛNÎ VE BAŞ IM
Tora Mafên Mirovan diyar kir, ku ev du hefte ne destûr nayê dayin ku Celaliyan malbata xwe bibîne û bi berdewamî ev agahiyên Celaliyan da wan ragihand: "Ji aliyê ramanî û derûnî ve gelekî baş im. Lê belê rewşa min a tenduristiyê ewqasî baş nîne. Ji bo tedawiyê min çend caran serlêdan kir. Lê destûr nedan. Lê di çapemeniya xwe de nûçe weşandin û îdîa kirin ku ez li derve hatime tedawîkirin. Ev rast nîne."
Celaliyan destnîşan kir, ku ji bo şermezarkirina helwesta girtîgehê, ji Sibata 2017'an û vir ve dermên nagire.
ZEYNEP CELALIYAN KÎ YE?
Celaliyan sala 1982'an li bajarê Makû yê eyaleta Ûrmiyê ji dayik bû. Sala 2007'an ji aliyê îstîxbarata Îranê (Îtlaat) ve li bajarê Kirmanşanê bi îdîaya "endametiya PJAK'ê" hateb binçavkirin û piştî êşkenceyeke giran hate girtin. 4'ê Çileya 2008'an ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Kirmanşanê ve bi îdîaya "endametiya PJAK'ê" û "Bi rengekî çekdarî rabûna li ber Komara Îslamî" cezayê îdamê lê hate birîn. Cezayê îdamê sala 2010'an ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hate erêkirin. Mijdara sala 2011'an ev ceza veguherî cezayê muebetê.