Rejîma Îranê kolberekî din kuşt
Pasdarên Îranê li nêzî gundê Mêşero yê bajarokê Germik ê Pênciwênê êrîş birin ser kolberan. Ji ber êrîşê kolberê bi navê Kamîl Mûradî jiyana xwe ji dest da.
Pasdarên Îranê li nêzî gundê Mêşero yê bajarokê Germik ê Pênciwênê êrîş birin ser kolberan. Ji ber êrîşê kolberê bi navê Kamîl Mûradî jiyana xwe ji dest da.
Pasdarên Îranê êrîş birin ser kolberên ku dixwestin ji gundê Mêşero ji sînor derbas bibin. Ji ber êrîşa padaran kolberê bi navê Kamîl Mûradî jiyaan xwe ji dest da. Cenazeyê Mûradî bi saetan li naverastê hate hiştin û piştre polîsan cenaze rakirin Mora Nexweşxaneya Silêmanî.
Qeymeqamê Pênciwên Zana Rehman diyar kir, Kamîl Mûradî (26) ê hate kuştin, ji gundê Soraw ê Rojhilatê Kurdistanê ye.