Rejîma Îranê kolberekî dî jî şehîd kir

Rejîma Îranê Sêşemê li ser sînorê di navbeyna Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de li kolberan reşand, kolberek şehîd ket.

Rejîma Îranê li ser xeta sînor a Şînoyê li komeke kolber reşand, ku li ser sînor balhirgêrî dikirin. Di êrîşê de kolberê bi navê Mihemed Xemî Zade (32) şehîd bû.

Hate gotin kolberê ku şehîd bûyî ji Şîno ye û ji bo debara xwe bike kolberî dikir.

Li Rojhilatê Kurdistanê hema bêjin her roj kolberek tê kuştin. Sala derbasbûyî tenê meha Nîsanê herî kêm 40 kolber hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.

Hêzên rejîma Îranê ku li ser sînor weke komandoyên kuştinê digerin, ji van sûcên ku dikin nayên cezakirin, berevajî ji aliyê desthilatdariyê ve tên teşwîqkirin.

Rojhilatê Kurdistanê ji ber polîtîkayên rejîma Îranê sal bi sal hate xizankirin. Rojhilatê Kurdistanê weke yek ji herêmên herî xizan ên Îranê ye. Li gorî herêmên din razemenî li Rojhilatê Kurdistanê kêm tê kirin û pêşketina çandinî û pîşesaziyê tê astengkirin. Ji ber vê yekê jî xizanî û bêkarî zêde ye.

Kolberî yanî barhilgirî jî ne ji ber tercîhê, lê ji ber neçariyê tê kirin û gelek Kurdên li ser sînor bi vê yekê debara xwe dikin