Rejîma Îranê jî dest bi polîtîkaya desteserkirina bi rêya qeyûman kir

Dewleta Îranê, qeyûmên ku dewleta Tirk bi rêya wan dest daniye ser şaredariyên bajarê Kurdan, li rojhilat xiste meriyetê. Rejîma Îranê kesên ji bo meclîsên hin bajaran hatin hilbijartin, ji wezîfeyê kirin û li şûna wan kesên nêzî Îtlaatê weke qeyûm danî.

Piştî ku dewleta Tirk bi rêya qeyûm dest danîn ser bi dehan şaredariyên Bakurê Kurdistanê, rejîma Îslamî ya Îranê jî li Rojhilatê Kurdistanê dest avêt heman polîtîkaya qeyûm.

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Xorem Awa yê eyaleta Lorîstan a Rojhilat, li şûna Welîule Rustemî yê ji bo meclîsa bajêr hate hilbijartin, kesekî nêzî rêxistina îstîxbaratê ya Îranê Îtlaatê hate bicihkirin.

Welîule Rustemî di hilbijartinên meclîsa bajêr re dengê herîz êde wergirtibû û bûbû yekemîn. Lê li şûna wî Seyid Hurmetula Mûsewî yê nêzî Îtlaatê ye, hate bicihkirin.

Wekî din, li gorî agahiyan, li hin bajarên din ên Rojhilat jî bi heman rengî endamên meclîsê yên Kurd ji wezîfeyê hatine girtin û li şûna wan qeyûm hatine bicihkirin.