Rejîma Îranê gule li malbateke Kurd reşandin

Hêzên Rejîma Îranê li ser rêya Ciwanro û Rwanserê gule li malbateke Kurd reşandin.

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Ciwanro ya girêdayî eyaleta Kirmanşah a Rojhilat gule li bav û kur reşandin. Li gorî agahiyê hatin girtin, hêzên rejîmê, li ser rêya Ciwanro-Riwanser gule li Mihemed Mehdawî û kurê wî Zimnako Mehdawî reşandine.

Hêzên rejîmê diyar kirin u sivîlên mijara gotinê bi îdîaya ‘qacaxçitiyê dikin’ gule li wan reşandine. Lê ya balkêş ew e li ser her du welatiyan jî ti amur nebûn.

Mihemed Hehdawî û kurê wî Zimnako Mehdawî rakirin Nexweşxaneya Ciwanro, tên dermankirin.