BI DÎMEN

‘Rêber Apo rêberekî gerdûnî ye’

Gerîlayên ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin, diyar kirin ku weke rojbûna netewekî li vê rojê dinêrin û gotin bi paradîgmaya xwe bûye rêberekî gerdûnî.

GERÎLA LI SER 4’Ê NÎSANÊ AXIVÎN

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê bi wesîleya rojbûna 75’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

Ji gerîlayên YJA Starê Peyman Botan diyar kir ku 4’ê Nîsanê rojbûna netewekî ye û ev tişt got: “4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo em li hemû gelê Kurdistanê û hevrêyên xwe yên li çiyayan şer dikin, pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo ji bo me rojekî pîroz û bi wate ye. Em bi hêz, hezkirin û dilsoziya ji Rêbertiya xwe li çiyayan têdikoşin. Her çendî ku em bi fîzîkî ji Rêber Apo dûr bin jî, em bi fikir û têkoşîna xwe pê re ne. Ti hêz nikare hezkirin û dilsoziya me ya Rêbertiya me re tune bike, me jê qut bike. Bi îdeolojiya Rêbertî û keda hevrêyên me yên şehîd jin bûne hêzeke mezin. ‘Jin Jiyan Azadî’ ku felsefeya jiyanê ya Rêbertiya me ye, şeklê têkoşîneke gerdûnî girt. Jin êdî ji bo maf û azadiya xwe dihekirin qadan. Ev hêza felsefeya Rêber Apo ye. Li çiyayan jin li dijî her zehmetiyê îradeya şerkirinê raber dikin û li nivîsîna destanan dewam dikin. Ev bi felsefeya Rêber Apo ya bûyî gerdûnî re, pêş ket. Lewma rojbûna Rêber Apo ji bo me pir girîng e.”

DESTPÊKA MÎLADEKE NÛ

Ji gerîlayên YJA Starê Nudem Çiya jî qala girîngiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd kir û wiha got: “Em rojbûna Rêbertî li hemû gerîla û gelê xwe pîroz dikin. Îro ji bo me roja jinûve hebûnê ye. Rojbûna Rêbertî ji bo me rojekî pir girîng e. Di rojbûna Rêber Apo de ji xeynî pîrozbahiyan, dar jî tên çandin û ev di nava gerîla û civaka me de bûye kevneşopiyek. Di vê rojê de bihezaran dar tên çandin. Îdeolojiya Rêbertiya me xwedî zanisteke wisa ye ku ji her zindiyê derfetê jiyanê diafirîne. Dem, dema azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye. Dema azadiya gelê Kurd e. Gelê me û gerîla bi hev re li ber xwe bidin, artêşa Tirk a faşîst wê neçar bimîne ku gav paş de biavêje.”

‘CIVAKA KURD BI CEWHERÊ WÊ RE ANÎ BA HEV’

Ji gerîlayên HPG’ê Ares Ronahî jî ev tişt gotin: “Rojbûna Rêbertiya me hêviya hemû gelên bindest û her mirovê azadîxwaz e. 4’ê Nîsanê ji bo me nûneriya mîladeke nû dike. Rêber Apo bi felsefe û îdeolojiya xwe bû gerdûnî. Rêbertî civaka Kurd a ji cewherê xwe dûr ketî, civaka Kurd jinûve vegerand cewherê xwe. Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê modela civakeke nû pêş xist. Îsal wê bibe saleke pir cûda, ji ber ku gerîla bi operasyonên şoreşgerî yên pêk anî serketinên mezin bi dest xist û gelê me bi xwedîderketina li van serketinan di pêngav û Newrozê de cih girt. Çavkaniya moralê gerîla, gel e. Çavkaniya moralê gelê me jî gel e. Em bawer dikin ku îsal em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin.”