BI DÎMEN

‘Rêber Apo rê li ber heqîqetê vekir’

Endama Tevna Zêrîn Adar Gabar 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd li tevahî mirovahiyê pîroz kir û got: “Ji bo ku em bikaribin xwedî li vê rojê û li Rêbertiya xwe derkevin, pêwîste ku em xwedî li nirx û deskeftiyên xwe derkevin.”

Endama Tevna Zêrîn, Adar Gabar bi boneya 75’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî. Adar Gabar di axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li tevahiya mirovahiyê pîroz kir û bal kişande ser girîngiya xwedî derketina li vê rojê.

Adar Gabar 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dayika Uveyş, dayikên şehîdan û mirovahiyê pîroz kir û wiha got: “Rojbûna Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê bû tîrejeke rojê. Rêber Apo li ser beşekî herî pîroz ê xaka Kurdistanê, li ser xaka Pêxemberan hate dinê. Ev roja pîroz ji bo tevahiya mirovahiyê û bi taybet ji bo jinan, rojek pir girînge. Rêber Apo bi fikir û felsefeya ku ji bo mirovahiyê afirand, jiyanek nû û bi wate derxist pêş. Rêber Apo bi ramanên xwe ve, hemû pêkanînên ku li hember mirovahiyê tên pêkanîn derxist holê. Rêbertî rê li heqîqetê vekir. Rêber Apo di despêka gavên xwe de, Kurdên ku di bin pencên qirkirinê de miribûn, carek din zindî kir. Li Kurdistana ku jiyan lê hatibû cemidandin, bi derketina Rêber Apo ve, careke din jiyan xwe berda nava rehê zindîbûnê.”

Adar Gabar, di berdewamiya nirxandina xwe de ev tişt bilêv kir: “Roja 4’ê Nîsanê ji bo mirovahiyê roja vejînê ye. Ji bo me jinan jî roja rojbûneke nû ye. Li ser vê bingehê ev roj ji bo me, rojek pir bi wate ye. Ev roj di dîroka gelê me de, xwedî bingeheke kevnar e. Îro jî Rêber Apo bi sekna xwe ya li Îmraliyê, rastiya dagirkeran bi awayekî eşkere derdixe pêşberî tevahiya mirovahiyê. Yê ku li hemberî hovîtiya deshilatdariyê çeper girêda û xwe ji bo mirovahiyê kire sîper, Rêber Apo ye. Kesên ku ji ber koletiyê gihiştibûn asta fetisandinê, îro bi felsefeya Rêber Apo ve ketina ferqa xwe û li kolanan daxwaza azadî û mafên xwe dikin. Ev yek jî bê guman xofa di dilê deshilatdaran de mezintir kir. Yek ji sedemên venebûna deriyê Îmraliyê jî ev bi xwe ye. Li hemberî vê yekê jî mirovahî bang dike û dibêje, çavkaniya çareseriyê Rêber Apo ye û tu kes ji derveyî Rêbertî nikare çareseriyeke giştî û her dem deyîne holê. Ev daxwaza gelan e.

Ji bo ku em bikaribin xwedî li vê rojê û li Rêbertiya xwe derkevin, pêwîste ku em xwedî li nirx û deskeftiyên xwe derkevin. Ev yek li her çar beşên Kurdistan û li tevahiya cîhanê derbasdar e. Gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi tabet, pêwîste ku bi wesîleya vê rojê şoreşa ku bi dirûşma Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir, bi coş û xiroşeke mezintir bidomîne û hê zêdetir xwedî li nirx û şehîdên xwe de derkeve. Encex bi yekîtiyê pêşî li qirkirinê tê girtin. Rojbûna Rêber Apo, rojbûna me teva ne.”