Rê nedan ku hevşaredarên HDP’ î bikevin Amedê

Hevşaredara HDP’ê ya Egîl Gulîstan Enserîoglû û Hevşaredara Farqînê Naşîde Torprak ên ketibûn ser rêya Amedê diketina navenda bajar de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Piştî mudaheleyên hişk ên polîsan ên li dijî xwepêşandanên li dijî qeyûman ên li Mardîn û Wanê, niha jî rê nedan hevşaredarên HDP’

Hevşaredara HDP’ê ya Egîl Gulîstan Enserîoglû û Hevşaredara Farqînê Naşîde Torprak ji bo bikevin bajarê Amedê ketin ser rê. Wesayîtên her du hevşaredar li nav di ketina navenda bajar de ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin.

Hevşaredarên ku piştî demeke dirêj hatin sekinandin piştre rê hatin dayin ku bikevin navenda Amedê. Bi ketina rê re piştî demekê di ketina bajar de dîsa ketin nuqteyeke ya polîsan û hatin sekinîn. Li vir hevşaredarên demeke dirêj hatin rawestandin, nasnemeyên wan hatin kontrolkirin rê nehate dayîn ku bikevin bajar.

Bi hiceta ku wê hevşaredar biçin avahiya rêxistina bajar a partiyê hatin sekinandin û rê nehate dayîn. Tevî demek dirêj a gotûbêjên hevşaredarên ku li gel polîsan hate kirin dîsa rê nehate dayîn ku bikevin bajar, bi şopandina polîsan ve vegeriyan navçeya jê hatibûn.