Rê neda ku girtiyê nexweş Tuzun tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe

Daxwaza tevîbûna cenazeyê bavê xwe ya girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê li Girtîgeha Tîfa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, bi hinceta ‘ewlekariyê’ hate redkirin.

Bavê girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê li Girtîgeha Tîfa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, Yûsûf Tuzun 30’ê Tebaxê li Amedê jiyana xwe ji dest da.

Tuzun ji bo tevlî merasîma bavê xwe bibe bi rêya parêzerê xwe serlêdan ji bo Dozgerê Înfazê yê Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê da. Serdozgerê Komarê yê Edeneyê ji ber betlaneya fermî yê ku serlêdan nirxand bi hinceta ‘elekariyê’ red kir.

Li ser vê parêzerê Tuzun ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeriya Înfazê ya Edenê da. Wê sibe bersiva serlêdanê bê dayîn