Rapora ÎHD’ê ya Şubeya Wanê ya têkildarê girtîgehan

Di rapora ÎHD’ê ya Şûbaeya Wanê ya têkildarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tîpa F û Tîpa T û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê heyî hatiye gotin, “Li girtîgeha Sergirtî ya tîpa F ya Wanê gardiyanan bi niyeta provakasyonê nêzîkatî raber kirine."

Şûbeya Wanê ya Saziya Mafê Mirovan (ÎHD) li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal agahiyên têkildarê serdanên girtîgehan ên ku di dîrokên cuda de 16’ê Tebaxê Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Wanê, Girtîgeha Sergirtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê û Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Wanê pêkanîbû parvekir.

Di raporê de hatiye gotin di hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Wanê de girtiyan girtiyan ragihandiye ku 2 mehan carekê 5 pirtûkan didin wan, di hejmara ya di çarçoveya wesaziya zagonî de tê diyarkirin pirûk û kovar nayê dayîn, ji rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê yekê tenê didin, şewbê dikin hêcet û destûr nadin girtî spor û aktîvîteyên ku mafên zagonî yên bi armanca civakîbûna girtiyan li girtîgehê heyî pêkbînin, nîqaşên di navbera qawîşan hatiye qedexekirin, beriya niha bi 16-17 rojan yek ji hevalên di qawîşê de ji ber nexweş ket testên wî hatin girtin encax ti kesî nagirin nexweşxanê.

Di raporê de her wiha hatiye diyarkirin ku di hevdîtinan de gelek binpêkirinên mafan û pêkanînên kêyfî hatine kirin, derfetê krîna tiştan ya ji kantînê û cil û bergan hatiye sînordarkirin, hevdîtinên sergirtî her mehê daxistine 2 caran û bi 2 kesan û hevdîtinên vekirî jî tineye.

Dîsa di Girtîgeha Sergirtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê de di naveroka hevdîtinên bi girtiyan re cih ji heman binpêkirinên mafan re hatiye dayîn. Di raporê de hate ziman ku derbarê girtiyên di greva birçîbûnê de ne lêpirsîna dîsîplînê hatiye vekirin û pêdiviyên esasî nayên dayîn, pirtûkên ku ne qedexe ne nayên dayîn, gardiyanên ku nêzîkatiyên provakatîf raber dikin bi awayek keyfî lêgerîna odeyan pêktînin û rêveberiya girtîgehê derbarê girtiyên ku dikarin ji yasaya serbestberdana bi şert sûdê bigrin raporên nerênî yên kêyfî amade dikin.

Di rapora ÎHD’ê de her wiha têkildarê hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Wanê ji zimanê girtiyan ev hatine destnişankirin, “Sînordarkirina pirtûk, rojname û kovar bi awayek giştî hê jî didome, hê jî rojnameya Yenî Yaşam nayê dayîn, spor, nîqaş û aktîvîteyên ku mafê zagonî yên bi armanca civakîbûna girtiyan ya di girtîgehê de ye bi hêceta şewbê ya ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ew maf tên binpêkirin, memûrên girtîgehê salona sporê bikar tînin encax girtî nikarin bikar bînin, dema vê dipirsin dibêjin pêwîstiya memûran bi alîkariya moralê heye, mafê hevdîtina bi telefonê tê pêkanîn, mafê hevdîtinên vekirî tine ye û mafê hevdîtinên sergirtî yê her mehê du caran û ev jî ji bo her carê 40-45 deqe dem tê dayîn. Odeya ji bo hevdîtinê ya girtiyan di rewşekê pir xirab de ye (ji aliyê paqijî û hîjyen de pir xirab e), lêpirsînên dîsîplînê bi awayek kêyfî pêk tên, sazûkar a ji bo çûyîna nexwexaneyê di dema xwe de nayên pêkanîn, sewqkirina girtiyan ya ji bo nexweşaxnê pêk nayin, dermanên girtiyên nexweşiya wan giran (Îbrahîm Alkan, Mehmet Şîrîn Yildiz, Bûrhan Agaç û Şîrîn Sakûr) nayên dabînkirin, lêgerînên qawîşan bi berdewamî û bêperva pêk tên, nêzîkatiyên bi armanca provakasyonê tên raberkirin, bi taybetî ji aliyê çend gardiyanan bi awayekî sîstematîk û zanebûn provakasyon tên kirin, nêzîkatiyê rêveberiya girtîgehê kêyfî ye, di cih û bi amûrên paqij porên me nayên jêkirin û ji bo avê kota hatiye dayîn (45 Lître).

Di dewama raporê de hatiye gotin ku binpêkirinên mafan zêde dibin û didome. Di dawiya raporê de jî binpêkirinên mafan bi rengê xalan hatine dayîn.