Rapora Îlonê: Mafê rojnamevanan tên xwarin

Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê rapora xwe ya meha Îlonê eşkere kir û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi domdarî rojnamevanan dike hedef û destnîşan kir ku 89 rojnamevan girtî ne.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DGF), rapora meha Îlonê ya bi navê "Binpêkirina mafên rojnamegeran" eşkere kir.

DGF'ê di raporê de anî ziman ku rojnameger bê navber bi tundî û zextan re rû bi rû man. DGF'ê da xuyakirin ku gelek malperên ajansan hatin asteng kirin û wiha got: "Sedama astengkirina malperan ji ber ku desthilat ji van nûçeyan bêzar dibe ye. Bi girtina ekranên televîzyonan û astenkirina malperan dixwaze çapemeniyê bêdeng bike. Tele1 û Halk TV her yek 5 caran ekranên wan hatin reşkirin. Dîsa gelek cezayên pereyan li qanalên televîzyonan birîn. Heta niha 89 rojnameger girtî ne. Di meha Îlonê de 6 rojnameger hatine destgîrkirin û derbarê 4 rojnamegeran lêpirsîn hatiye vekirin. Ferhat Çelik, Aydin Keser, Bariş Pehlîvan, Hulya Kilinç û Murat Agirel ji ber derbarê endamên MÎT'ê nûçe çêkirin ceza li wan birîn. Gelek rojnameger bi êrîş û tundiyan re rû bi rû man."

DGF'ê di raporê de destnîşan kir ku her roj rojnameger tên girtin û wiha domand: "Di destpêka mehê de Rojnameger Hakki Boltan li malê destgîrkirin. Bi şertê kontrolê serbest berdan. Di 6'ê Cotmehê de bi ser buroyên Ajansa Mezopotamya ya Wanê û malên xebatkarên wê de girtin. Li Wanê di serdegirtina malan de 5 rojnameger destgîr kirin. Ajansa Mezopotamya ji ber bûyera li Navçeya Şaxê ya Wanê kesên ji helîkopterê avêtin kir nûçe bû hedef. Piştî Servet Turgut û Osman Şiban ji helikopterê avêtin û ajansê nûçeya wan çêkir bûn hedef. 89 rojnameger girtî ne û di Îlonê de 6 rojnameger hatine destgîrkirin û derbarê 4 rojnamegeran lêpirsîn hatiye vekirin. Derbarê 4 rojnamegeran jî doz hatiye vekirin û li 10 rojnamegeran jî 36 sal û 10 meh û 13 roj û 20 hezar ceza hatiye birîn. Li rojnamegerekî sixûrî ferz kirin. Hê jî darizandina 66 rojnamegeran didome. 32 nûçe û 3 malperên înternetê ragihandina wan hat asteng kirin.”