Rapora ÎHD’ê: Êşkence li Kurdistanê zêdetir bûye

ÎHD’ê binpêkirinên 6 mehan ên li Bakurê Kurdistanê bi raporekê eşkere kir. Li gorî raporê li Kurdistanê binpêkirin û êşkence zêdetir bûye.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê “Rapora Binpêkirinên Mafê Mirovan a 6 Mehên Salê ya Herêma Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anatoliyê” li avahiya xwe eşkere kir.

Rêveberên ÎHD’ê di civînê de amade bûn. Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Rahşan Bataray Saman raporê eşkere kir. Bataray destnîşan kir ku di 6 mehên ewil ên sala 2021’an de binpêkirinên mafê mirovan bi awayek sîstematîk zêde bûne û di encama polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka Kurd de li bajarên herêmê tabloyek binpêkirina ya xeternak derketiye holê.

Bataray anî ziman ku şer berdewam dike û got: “Di pêvajoyek wiha de her cûre nêzîkatiya xerab jî didome. Êşkence, nêzîkatiya xerab, zextên li ser azadiya îfade û xwerêxistinkirinê, binpêkirinên li zindanan, greva birçîbûnê, operasyonên leşkerî û binpêkirinên ji ber qedexayan rû didin, tundiya li ser jinan derketine pêş. Sernavên herî girîng ên binpêkirinê ne. Di van mijaran de jî gelek zêdebûn çêbûye.”

ZEXTÊN LI SER SIYASETA KURD

Bataray diyar kir ku zextên li ser aliyên muxalîf zêde bûne û li dijî siyasetmedarên Kurd û HDP’ê zextên giran berdewam dikin. Bataray anî ziman ji ber van zextan û sepanên qeyûman jî gelek mafên mirovan tên binpêkirin.

SÛCÊN GIRAN

Bataray destnîşan kir ku sedema zêdebûna van sûcên kirin ew e ku “polîtîkaya bêceza hiştinê” ye û sûcên giran ên bi destên dewletê pêk tên di demên dawî de zêde bûne û dibe sedema binpêkirinên mafê mirovan.

Bataray binpêkirinên di 6 mehên salê de li bajarên Bakurê Kurdistanê pêk hatine wiha rêz kir: “Di şerên 6 mehên salê de li herêma me qewimî ne 29 polîs û leşker jiyana xwe ji dest dane. 17 polîs û leşker birîndar bûne. 129 endamên rêxistinê jiyana xwe ji dest dane. Herî kêm 2 endamên rêxistinê jî birîndar bûne. Di operasyona bi ser Garê de jî 12 leşker û polîs ku ji aliyê PKK’ê ve hatibûn desteserkirin û welatiyek ji Iraqê ji jiyana xwe ji dest da.”

TECRÎDA LI SER OCALAN

Saman bal kişand ser tecrîdkirina girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku parêzerên Ocalan ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve nikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin û hevdîtina parêzer û malbatan berdewam dike. Bataray diyar kir ku li girtîgehan ji bo tecrîd bi dawî bibe 270 roj in di greva birçîbûnê de ne û tecrîda li girtÎgehan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî qanûnên navnetewî û netewî ye.

ÊŞKENCE

Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren jî bîlançoya 6 mehan a binpêkirina mafê mirovan eşkere kir.  

Li gorî bîlançoyê hat diyarkirin ku herî kêm 42 kes dema destgîrkirî bi êşkenceyê û nêzîkatiya xerab re rûbirû mane û herî kêm 54 kes jî li derveyî cihên destgîrkirinê yanî li kuçe û malan bi êşkenceyê û nêzîkatiya xerab re rûbirû mane. Di raporê de hat gotin 50 girtî li girtîgehan bi êşkence û nêzîkatiya xerab re rûbirû mane.  

922 KES DESTGÎRKIRÎNE

Di raporê de hat destnîşankirin ku di van 6 mehan de 21 kes jê zarok 992 kes hatine destgîrkirin û ji wan 161 kes hatine girtin, derbarê kesekî de biryara hefsa malê hatiye dayîn û bi ser 739 mal û kargehan de hatiye girtin.